July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şingalê perwerdeyê dest pê kir lê pirtûk û meteryalên pêwîst nînin

Li Şingalê perwerdeyê dest pê kir lê pirtûk û meteryalên pêwîst nînin

Şingal (Rûdaw) Li navçeya Şingalê, sala nû ya xwendinê ya 2023-2024an dest pê kir lê gelek kêmasî jî hene.

Li nahiya Sinûneyê ya Şingalê gelek xwendekar, ji bo biçin dibistanê her roj 15 kîlometreyan dimeşin.

Li navçeya Şingalê ku rêveberiya wê ji Herêma Kurdistanê cûda ye, perwerdeya sala nû ya bi Kurdî dest pê kir.

Li gorî ku xwendekar û mamoste dibêjin gelek kêmasî hene. Ya herî girîng jî kêmbûna avahiyên perwerdeyê ne.

Xwendekara pola 9an Anîla Qasim diyar kir ku ji bo xwe bigihîne dibistanê, rojane zêdetirî 15 kîlometreyan dimeşe.

“Em nagihin ezmûnên xwe”

Anîla Qasimê got, “Ez ji Solexê tême dibistanê. Gelekî zehmet e û em gelek caran nagihin ezmûnên xwe. Ji ber rêya dûr em di demjimêra tê xwestin de nikarin bên dibistanê. Divê li Solaxê jî dibistanek hebe.”

Xwedekarê bi navê Husên Qasim jî dixwaze li gundê wan dibistanek were avakirin û got ku ew gelek caran nagihêjin dersên xwe.

Rêvebirê dibistanê Yasîn Sultan got, “Hîna hinek pirtûkên me negihiştine destê me. Pirtûkên heyî têra xwendekaran nakin.”

Kelûpelên dibistanên bi zimanê Erebî zêdetir in

Li navçeya Şingalê perwerdeya bi zimanê Erebî jî heye û avahî û tiştên pêwîst ên wan dibistanan zêdetir in li gorî dibistanên Kurdî.

Xwendekarên ku nû dest pê dikin piranî diçin dibistanên bi zimanê Erebî û ev yek jî metirsiyê li ser dibistanên bi Kurdî çêdike.

64 dibistanên bi Kurdî hene

Li gorî amarên dawî yên Rêveberiya Perwerdehiya Zimanê Kurdî, li Şingalê 64 dibistanên bi Kurdî hene û li wan dibistanan zêdetirî 15 hezar xwendekaran hene.

Li aliyê din, li gorî amarên Rêveberiya Perwerdeya Zimanê Erebî jî, li Şingalê 30 xwendekarên zimanê Erebî hene.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi