July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Pilanek bo avedankirin û nûjenkirna xanyên welatyên Şingalê hate danan

Pilanek bo avedankirin û nûjenkirna xanyên welatyên Şingalê hate danan

Tora Laliş ya mediyayî
Cêgrê Parêzgarê Mûsil bo karubarên aware û rêkxrawan diyar kir, hijmareka rêkxrawan berhevyên avakirina xanyan bo welatyên zerermend yên qeza Şingal diken.

Elî Omer, Cêgrê Parêzgarê Mûsil bo karubarên aware û rêkxrawan bo (Basnews) ragehand kû: “Çar stander bo avakirina xanyên xelkê zerermend yên Şingal hatîne danan, hindek xanî dhêne avakirin û hindek dihêne nujenkirin û ew xaniyên axê ewên ji ber baranê xrabûiyn dihêne avakirin, hindek xanî bitenî dê hêne boyaxkirin, pilan hate danan bi harîkariya rêkxrawan dest bi avakirina xanyan li Şingal bihête kirin, ta niha diyar nîne dê çend xanî hêne avakirin, belkû nûke rêkxraw dê rapurtên xwe berhev bikin.”

Xweyakir kû: “Hindek rêkxraw dê 100% pareyê xwe bixin dixzmeta Şingal da dê bi rêja 50% bo avakirina xanyan terxan ken bi rêja 50% bo projeyên xizmetguzarî nûke hemû hewldan yên tên kirin rêkxraw biçin li Şingalê kar biken.”

 

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi