July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Jineke DAIŞ bi çi ceza keçeke Êzidî di kuje?

Jineke DAIŞ bi çi ceza keçeke Êzidî di kuje?

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha bajarê Munîhê ya Almanayayê ji ber ku hiştibû keçeke Kurd a Êzidî ji tîna li ber tavê bimire, 14 sal cezayê girtîgehê jineke Alman a endama DAIŞê birî.

Dadgeha Munîhê 14 sal cezayê girtîgehê li jineke Alman a endama DAIŞê ya bi navê Jennifer Wenisch birî.

Jina Alman behsa wê çîrokê kir û got, dema ku li bajarê Mûsilê yê Îraqê bûn bi hevjînê xwe yê DAIŞî re keçeke pênc salî û diya wê ku Kurdên Êzidî bûn kiribûn kolê xwe.

Jennifer got nivroyeke havîna 2015an hevjînê wê bi hinceta ku “bi xwe de mîz kiriye û cihê xwe şil kiriye” ji bo ceza bide keça pênc salî ew li ber tavê zincîr kiriye heta canê xwe ji dest bide.

Tawaneke din a ku ew endama berê yê DAIŞê hatiye pê mehkûmkirin ew e ku dema zarok miriye, Jennifer çek xistiye ser serê dayika wê zarokê û jê re got ku eger ew dev ji giriyê bernede dê wê bikuje.

Navê wê keça Kurd a Êzidî ya ku li ber tavê miribû Nûre bû. Dayika keçikê di van çend salên borî de gelek caran li dadgehên Munîh û Frankfurtê hatibû gohdarkirin.

Jennifer Wenisch di sala 2016an de li Balyozxaneya Almanyayê ya Enqereyê hatibû girtin û bo Almanyayê hatibû dersînorkirin.

Herwiha hevjînê wê Teha Cûmeylî di Mijdara 2021an de ji aliyê dadgeha Frankfurtê ve bi sûcên qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê, şer û îşkenceya fizîkî hate mehkûmkirin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Jennifer heta girtina xwe misilman bû

Jennifer di sala 2013 de bû misilman. Di sala 2014an de di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû û tevlî DAIŞê bû û ji wir jî derbasî Iraqê bû.

Jina Almanî di nîvê sala 2015an de tevlî hêzên polîsên DAIŞê bû û serpereştiya cîbicîkirina ferman û rênimayiyên DAIŞê li Felûce û Mûsilê kir.

Di Kanûna 2016an de Jennifer çû serdana Balyozxaneya Almanya ya Enqereyê ji bo ku hin xebatan pêk bîne.

 Lê belê dema ku ji Balyozxaneyê derdiket hate girtin û piştre radestî Almanyayê hate kirin.

Rûniştina doza jina Alman di Nîsana 2019an de dest pê kir lêbelê, belavbûna koronayê û faktorên din nehişt ku dadgehkirin zû temam bibe.

Gelek parêzer û çalakvan ji bo cezakirina jina Alman xebitîn.

  Parêzera naskirî ya mafên mirovan Amal Clooney yek ji wan kesan bû ku bi diya Nûra re kordîne kir.

Li Almanyayê ji ber dosyaya DAIŞê gelek kes hatin darizandin.

Di Mijdara 2020an de, jineke Almanî ya bi navê Nerten, ji ber tawanên ku wê dema ku weke endamekî DAIŞê li Sûriyê xizmet kiribû bi tawanên cengê hatibû tawanbarkirin.

Di Cotmeha 2020an de, jineke Alman-Tûnisî ji ber rola wê ya di kolekirina keçeke Kurd a Êzîdî li Sûriyê, bi sê sal û nîv zîndan hat cezakirin.

DAIşê di 3yê Tebaxa 2014an de bi awayekî hovîtî êrîşî Şengal û derdora wê kir.

DAIŞê bi sedan Kurdên Êzîdî qir kir. 6 hezar û 417 kes revandin Ji vana 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr bûn. Ji van 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin; 1208 jin, 339 mêr, 1066 zarokên keç û 957 jî zarokên kur in.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzîdî da zanîn ku DAIŞê dema Şingal û derdora wê dagîr kir, 68 mezargeh wêran kirin.

Hejmara Kurdên Êzdî li Iraqê beriya şerê li dijî DAIŞê 550 hezar bû. Niha 135 hezar û 860 kes ji wan di kampên Herêma Kurdistanê de dijîn û zêdetirî 120 hezar kes jî koçberî derveyî welat bûne.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi