July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

9 sal berê li Koçoyê komkujî çêbû: ‘Xwezî DAIŞê em hemû qelandiba’

9 sal berê li Koçoyê komkujî çêbû: ‘Xwezî DAIŞê em hemû qelandiba’

Şingal (Rûdaw) Îro di ser komkujiya gundê Koçoyê yê li başûrê Şingalê re 9 sal derbas dibin.

15ê Tebaxa sala 2014an, li gundê Koçoyê bi sedan Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞiyan ve hatin kuştin.

DAIŞiyan 3yê Tebaxa 2014an bi awayekî hovane erişî Kurdên Êzidî yên li Şingalê û gundên derdora wê kir.

Di êrîşê de zêdeyî 6 hezar jin, zarok û mêr ji aliyê DAIŞiyan ve hatin revandin û kuştin.

Piştî ku DAIŞiya Şengal dagir kir, wan hefteyek mohlet da Kurdên Êzidî yên li gundê Koçoyê da bibin Misilman.

Şêniyên gundê Koçoyê ji bîr û baweriya xwe nehatin xwarê û wan ji gefên DAIŞiyan netirsiyan

15ê Tebaxê dora komkujiyê giha wî gundî, DAIŞî bibiryar bûn ku yek kesê bi tenê jî sax nehêlin.

DAIŞê ruyê xwe yê herî hovane li gundê Koçeyê nîşan da. DAIŞiyan derdora gund girt û wan nehişt ku yek kes jî ji gund derkeve.

15ê Tebaxa 2014an, zêdetirî 400 zilamên gundê Koçoyê ji aliyê DAIŞiyan ve li dibistana gund hatin civandin û bi awayekî dirinde hatin kuştin.

Zilamên ku hatin kuştin di gorên komî de bi awayekî nemirovana hatin binaxkirin

DAIŞiyan zêdetir ji 700 keç û jinên Kurdên Êzidî yên wî gundî revandin û heta niha jî çarenisvîsa gelekan ji wan nayê zanîn.

Berî ku DAIŞ êrişî wî gundî bike nêzîkî 4 hezar kes tê de dijiyan û piraniya wan Kurdên Êzidî bûn.

Li gel ku di ser vê komkujiyê re 9 sal bûne jî çîrokên biêş yên Kurdên Êzidî di dilê hemû Kurdan de bûne hêlîna kul û xeman.

Çîrokeke xemnak a ku vê komkujiya hovane li pey xwe hiştiye jî çîroka dayikeke Êzidî Bêzar Bircisê ye ku mirinê ji jiyanê vêdetir dibîne.

Tenê ji malbata Bêzar Bircisê 8 kes hatine kuştin.

Yên mayî ev 4 sal in ku li gundê xwe vegeriyane lê hîn jî di xirbe û kavilan de dijîn.

Bêzar Bircisê got ku kesî tiştek ji wan re nekiriye û tenê dixwaze cihekî wan hebe ku tê de bisitirin.

“Xwezî DAIŞê em hemû qelandiba”

 Axaftin têrî vê dayîke nake ku xemên xwe pê sivik bike û ew jî xweziya xwe dibe mirinê:

“Xwezî DAIŞê em hemû qelandiba, çêtir bû ji vî halî.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi