July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Tora Laliş

Viyan Dexîl Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro 03.08.2023an di malperya xwe ya torên civakî ragihand, 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê jenosîda Êzîdiyan nas nake.

Viyan Dexîl wiha got: “Di 9’emîn salvegera êrîşa hovane ya çeteyên tarîperest û teroristên DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyên aştiyane li Şingalê de, em îro bi hezaran qurbanî, dîl, winda û revandî bibîr tînin. Em êşa bi deh hezaran malbatên Êzîdî jî bi bîr tînin ku hîn jî di konên koçberiyê de dijîn, ji bilî zêdetirî 100 hezar Êzîdiyan ku ji sala 2014an ve ji Iraqê koçber bûne û mal û warê xwe bicih hîştine.”

Herwiha aşkira kir jî: “Di dema ku piraniya awareyên Iraqî ji parêzgeh û pêkhateyên cuda vegeriyane deverên xwe, lê hîna bêtirî çarîk milyon Êzîdî, ji 9 salan ve di jiyana bêwariyê li kampên Herêma Kurdistanê dijîn. Hîn zêdetirî 2700 zarok û jin ji aliyê vê rêxistinê û alîgirên wê ve revandî ne, tevî vegerandina 3400 jinan bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Viyan Dexîl got jî: “Berjewendiyên herêmî û navdewletî hê jî rê li ber vegera xelkê Şingalê digire, ji ber ku zêdetirî 60 hezar çekdarên 6 partiyan hene ku hinek ji wan fermî ne û hinek din jî milîsên derveyî sînor in.”

Viyan Dexîl daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û diyar kir ku divê Bexda îspat bike ku paytexta dewleteke xwedî serwerî ye û dest bi cîbicîkirina vê rêkeftinê bike, ku hêviya dawî xelkê Şingalê ye, berûvajî vê yekê jî, Bexda û her kesê ku rê li ber cîbicîkirina vê rêkeftinê bigire, dê berpirsyariya dîrokî û mirovî ya berdewamiya êş û azarên Êzidiyan hilgire ser milê xwe.”

Berdevka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekez kir ku “Bi naskirina jenosîda Êzîdiyan ji aliyê 14 hikûmet û perlemantoyên navdewletî re, pêwîst e parlamentoya Iraqê heman pêngavê bavêje û yasaya jenosîda Êzîdiyan derxîne ji bo qerebûkirina qurbaniyan, di heman demê de jî hewla dûvçûna teror û terorîstan û terorîstên ku bi nasname û navên sexte derketine derveyî welat jî bide, da ku cezayên xwe yên dadwerane bigirin.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi