July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Aloziyên li ser gundê Êzîdiyan gihiştine asteke metirsîdar

Aloziyên li ser gundê Êzîdiyan gihiştine asteke metirsîdar

Di navbera Kurdên Êzîdî yên li gundê Zewra yê navçeya Wêranşar ya Rihayê û Malbata Karacadag a di sala 1994an de li gund bi cih bûne de nakokiya erd derketiye. Nakokiya ku di navbera malbatan de derketiye gihîştiye asteke metirsîdar. Her du alî dixwazin pirsgirêk bêyî xwîn bê rijandin çareser bibe.

Êzidiyên gundê Zewra ku di serê salên 90î de ji ber rewşa sîyasî gundê xwe terikandine û çûne Almanyayê, niha piştî 30 salan zivirîne gundê xwe.

Li gorî Êzîdî dibêjin dema ew bûne penaber pismamek wan zeviyek wan firotiye Malbata Karacadag. Lê Êzidî îddîa dikin ku Malbata Karacadagan weke ku gund bi giştî kirîbin dest dane ser milkê wan ên tapokirî û rê nadin ku ew di nav gundê xwe de li cîhên malê xwe xanî lêkin û gundê xwe ji nû va ava bikin. Her waha ew dibêjin Malbata Karacadagan zirar dane goristana wan, êrişî traktorên wan kirine û gef li wan dixwin.

Êzdîyên gundê Zewra yê Wêranşera Rihayê doz li Malbata Karacadagan vekirine û li benda biryara dadgehê ne.

Welatîyê Êzidî Kato Ûnda ji Rûdawê re got “Erd kirîne, ne ku nekirîne. Kes nikare veya înkar bike. Lê erd kirine dewsa xaniyên me ne kirîne. Dewsa xaniyên me gişt taîkirîne. Her yek hatine di dewsa xaniyên me tapokirne. Ji xwe re erd kirine bila herin nav erde xwe xaniyên xwe çekin. Kesek ji wan re nabêje we çima çêkir yan çê nekir.

Welatîyê Êzîdî Izedîn Deniz dibêje “Em ji wan lihevkirinê dixwazin. Nexwe waha naçe serî. Bi rastî waha ne baş e. Niha dilhiştin û pevçûn, lihevxistin, traktor şikandin û borî teqandin ne tişkî rast e. Bi rastî ne tişkî rast e.”

Welatîyê Êzdî Sebrî Yildiz anî ziman “Em dibêjin em dixwazin vegerin gundê xwe. Ji xirbe me derkevin, xaniyên me ne, cîhê me ye.”

Malbata Karacadagan jî îddîayên Êzidîyan diderewînin û dibêjin dema ew çûn xanî û bere wan bi giştî wêran bibûn, wan ji bo ajelvaniyê wî erdî û cîhê malan ji wan kirîbûn lê wan tapoyên me nedan. Ew dibêjin niha 25-30 malên wan di gund de ne, cîhê ku em herin nîn e û tu zor û zexta me jî li wan nabûye û nabe jî.

Endamê Malbata Karacadagan diyar kir “Genim û garisên wan tên çinîn bila bêjin ku me yek simbêlên wan pekandiye.”

Endamê Malbata Karacadagan Merûf Karacadag got “Ne şikandina motoran, ne şikandina mezelan, ne jî borî şikandinê wan hîç eleqeya me bi tişkî wan nîn e.”

Endamê Malbata Karacadagan Adil Karacadag “Di navbera me de pirsgirêk tuneye. Ew tene dibêjin ji gund derkevin. Em nikarin ji gund derkevin, bira tapoya me bidin me emê wê çaxê ji hev re tiştek bibêjin.”

Parêzerên her du alîyan jî dixwazin ev kêşe bi rêya hiqûqê û bi aştiyane çareser bibe.

Parêzerê Êzîdîyan Mevlut Guneş dibêye “Muwekîlên min ên Êzîdî di meseleya ev gund de mafdar in. Em dixwazin berî her tiştî ev problem bi sulhê çareser bibe.”

Parêzerê Malbata Karacadagan Mehmet Balk ragihand “Ev mesele meseleya erd e. Ne meseleya Misilmantî û Êzîdîtîyê ye. Va doz li dadgehê tê dîtin. Çi biryar hebe ji xwe dadgeh dê bide.Tiştên li sosyal medyayê tên gotin yek ne rast in.”

Tevî ku heta niha rewşenbîr êl û eşîrên Wêranşerê hewl dane jî pirsgirêk çareser nebûye. Niha her du aliyên dozdar li hêviya biryara dadgehê ne.

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi