July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Peyama salvegera damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî

Peyama salvegera damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî

Bi helkevta 30 salîya damezrandina Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, germtrîn pîrozbahîyan arasteyî serok û cêgr û desteya bilind û tayî û nvîsîngehـ û tevaya endamên Bingehê Laliş diken.
Damezrandina Bingehê Laliş li roja 12/5/1993ê werçerxaneyeka dîrokî bû di bizava saxkirina keltûrê kurdatîyê yê resen û yek ji berhemên xuna hezaran şehîdan bû.
Her ji roja Bingehê Laliş hatîye damezrandin li jêr drûşmekî pîroz ku (Laliş kanîyeka zelale di hurte rûbarê rewşenbîrya kurdîda) kar kiriye ji pênav parastina çand û keltûr û nasîna Êzdiyan bi cîhanê, bi awayekê akadîmî û zanstî.
Bingehê Laliş, xudan dîrokeka pirî zengîne, komeka rewşenbîr û kesatîyên Êzdî di demên nexweşda milê xwe dane ber evî barî jibo domandina evî Bingehî û di dîroka xweda14 kongreyên dîmokrasî li darxstîne û dumahîk kongre jî li 4/8/2022 kongreyê xwe yê çardê li darxstiye. Bi xuyn û stratîjyeka nû ya karkirinê kefte di qada rewşenbîrîda û li ser bîrubawerên wan kesên xizmeta evî bingehî kirîn.
Bingehê Laliş, bi piştevanîya Hikumeta Herêma Kurdistanê karwanê xebata rewşenbîrî û civakî berdewam kirîye û bawerî bi belavkirina giyanê bi hevrajiyan û lêbûrînê û aştya civakî û parastin û serferazîya êzdîxaneyê di hundrî kurdstanê da heye û kar diket ku hemû pêkhate bi aştî û serferazî bijîn û herdem ehlê xêrê bûye di nava Êzdîyan da.

Silavan dihnêrîn bo wan qehremanan yên giyanê xwe kirîne qurban ji pêxemet qurbanîkirina evê axê û bi destveînan û parastina van destkeftan.
Her di evê salvegerêda ji xudê dixwazîn dayk û xûşkên me yên di destê DAIŞ da rizgar bibin û Şingal aram û avedan bit û rêkkevtina di navbera Hikumeta Hewlêr û Bexdayê da were cêbecêkirin û civakê navdewletî eawreka cidî li Êzdiyan bi giştî û Şingal bi taybetî bidet.
Silav û rêz ji bo canê wan stûnên avakirina evî bingehî yên berev cîhana nemrîyê oxra xwe bi xêrkirîn.

Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî

12/5/2023 Duhok

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi