April 30, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dîndar Zêbarî: Em biryara Parlamentoya Almanyayê bilind dinirxînin

Dîndar Zêbarî: Em biryara Parlamentoya Almanyayê bilind dinirxînin

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ew destxweşiyê li biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî dikin û vê biryarê bilind dinirxînin.

Dîndar Zêbarî di konferansa rojnamevaniyê de ji bo Kurdistan24 tekez kir ku divê tawanbar bi tawana navdewletî werin dadgehîkirin û rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.

Piştî nirxandina yasayî ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekgirtî, roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî biryara parlamentoya welatê xwe ya li ser naskirina jenosîda Kurdên Êzidî, peyamek belav kir û ragihand: “Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Baerbock diyar kir: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatibûn revandin, bûbûn kole û qurbaniyê destdirêjkirinê. Ev êşa wan min ti carî bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Wezîra Derve ya Almanyayê destnîşan kir: “Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”

Herwiha diyar kir: “Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi