July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mozîk jenekî Êzdî, min şiyanêt fêrbûna gelek amîrêt mozikê hene

Mozîk jenekî Êzdî, min şiyanêt fêrbûna gelek amîrêt mozikê hene
Cemîla
Hunerê mozîkê êke ji wan biyvêt her dem mifa jê têt wergirtin, bi taybetî bo aramkirna derûnî. Hecî Emîn Hecî êk ji gencêt komelgeha Nisêrîyê ye û behreya jenîna muzîkê heye ku di ête naskrin bi sazvan Emîn, di dîdarekê da bo Rojnama dengê laliş li dor karê xo yê hunerî got “Berî her tiştekî min heza hunerî hebûye û eve bo mawê neh salane amîrên orgê û temburê di jenim û min şiyanên fêrbûna gelek amîrêt dî heyne bi jenim. Her çi amîrê grêdayê weterê bit di karm bêjim û ta radeyekî baş dizanim, û min divêt paşerojê pitir xwe fêrî Amîrê Klarnêt û Kemanê bikem”.
Navbirî bitir base jîyana xwe ya honarî kir û di bêjit “Sala 2014 li demê birayê min Ealman Emîn bûye sitiranbêj ez jî her li wî demî hatme di nav jiyana hunerî da lewra pitirya karên wî yên hunerî ez digel bejdar dibim û digel tîpa wî ya hunerî kardikem”.
Herwesa dîyar dike ku ew wek mozîkjen pişkdarî kilîpa birayê xwe ewa binavê (Qedera Xayn )buye û zêdebarî pitirya karên wî yên hunerî têda beşdarbûye.
Derbarey piştevanîyê jî da zanîn”Dema mala min zanîn hezeke wesa li dev min heye bo min bûne palder biçme dinav jiyana hunerî da û piştevanên min yên serekî bûn”.
Derbarey hunerî jî di bêjt “Di bînim huner bi kurtî jiyane û bi taybetî hunerê muzîkê jiberku axiftin dibine tunên dengî û rêveçûna me rengê ritmekê didete me” .

 

00CH

Open photo

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi