December 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Şingalê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Şingalê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa balafirên bêmirov ên li Şingalê ku di encamê de zarokekî 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got, “Piştî lêpirsîn bi dawî bû, çi pêwîst be em ê bikin.”

Roja Çarşemê (15.06.2022) droneke Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Şingalê ku ser bi PKKê ve ye, hatibû armanckirin.

Di êrîşa Tirkiyê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir Xidir û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşa ku di encamê de bapîr û neviyê wan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de êrîşê şermezar kir û got, “Piştî lêpirsîn bi dawî bû çi pêwîst be em ê bikin.”

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyê de tekez kir ku êrîşên bi vî rengî binpêkirina serweriya Iraqê û metirsî li ser ewlekarî û aramiya Iraq û gelê wê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi