April 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nadiya Murad: Destdirêjiya seksî di şeran de weke çek tê bikaranîn

Nadiya Murad: Destdirêjiya seksî di şeran de weke çek tê bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Foruma Aborî ya Davosê îsal di bin bandora êrîşa Rûsya bo ser Ukrayanyê de birêve diçe û di foruma îsal de mijarên têkildarî rewşa Ukrayanyê bûne rojev û yek ji wan mijaran destdirêjiya seksî li ser jinan e. Çalakvana Kurd a Êzdî û wergira xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad jî di forumê de li ser mijarê axivî û ragihand, “niha destdirêjiya seksî di şeran de weke çek tê bikaranîn.”

Nadiya Murad ku hevdem Seroka Desteya “Destpêşxeriya Nadiya” ye û ew bixwe yek ji qurbaniyên destdirêjiya seksî ye, di Foruma Davosê de derbarê destdirêjiya seksî li ser jinan di şeran de axivî û got, “Di dîrokê de destdirêjiya seksê û awayên din ên tundûtîjiya seksî di dema şer de li ser asta takekesî bû, niha têgihiştineke din heye ku tundûtîjiya seksî weke stratejiyek bo têkdana pêkhateya civakê û têkdana jiyana qurbaniyan û hilweşandina peywendiyan ku civak li ser hatiye avakirin, tê bikaranîn.”

Nadiya Murad rexneyan ji xemsariya civaka navdewletî digre ku nikare rê li ber destdirêjiya seksî bigre û qurbaniyan qerebû bike, bi taybet keç û jinên Kurdên Êzdî ku piştî sala 2014ê nêzî 6500 keç, jin û zarokên wan bûne koleyên destdirêjiya seksî û heta niha çarenivîsa 2500 kesan ji wan nayê zanîn.

Nadiya Murad got, “Dema 8 salan e ku rizgarbûyên tundûtîjiya seksî li Iraqê aware dibin, ti taybetmendiyeke wan nîne, derfeta kar nîne, perwerde nîne, çawa dikarin ji wê tramwayê rizgar bibin? Ew berdewam çîrokên xwe vedibêjin lê ti dadmendî û alîkariyeke wan nayê kirin heta vegerin Şingalê yan bînin wan welatên ku dikarin mafê penabertiyê werbigrin.”

Lyudmyla Denîsova, Komîsyara Mafên Mirovan li Ukraynayê dibêje ku tenê di 2 hefteyên yekem ên meha Nîsanê de 400 keysên destdirêjiya seksî li dijî jinên Ukraynî hatine tomarkirin.

Qurbaniyeka destdirêjiya seksî ya ji gundê Drujniya li bakurê bajarê Kyiv a paytexta Ukraynayê bo Rûdawê daxive. Naxwaze serûçavên wê diyar bin û navê wê bê eşkerekirin, û dibêje serbazên Rûsî dema serxweş bûne destdirêjî li wê kirine

Qurbaniya destdirêjiyê dibêje, “Wan av û ça ji min xwestin, ez çûme hewşê ku avê bînim, yek ji wan bi min re hat got tu dixwazî ez zorê li te bikim yan dizanî ez çi dixwazim, got ez 15 deqeyan didim te ku hizra xwe bikî. Ez pir tirsiyam û piştî 15 deqeyan min got baş.”

Di 24 Sibatê de êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê destpê kir, ji wê demê û heta niha destdirêjiya seksî bûye sedema dilgiraniya saziyên di warê mafê mirov de kar dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi