July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Piştî zêdetir ji 7 salan keçeke Kurd a Êzdî hat rizgarkirin

Piştî zêdetir ji 7 salan keçeke Kurd a Êzdî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî Ji Destê DAIŞê ragihand, keçeke Êzdî ya rizgarbûya ji destê DAIŞê li Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê bo Mala Êzdiyan hatiye veguhastin û dê di çend rojên bê de bo Şingalê bê vegerandin.

Hisên Qaîdî, Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî Ji Destê DAIŞê ku ser bi ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye, ji Rûdawê re got, “navê wê keça Êzdî ya rizgabûyî Roze Emîn Berekat e, xelkê gundê Herdan a ser bi Şingalê ve ye ku beşek ji endamên malbata wê di sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û bavê wê di cih de hatibû gulebarankirin.”

Hisên Qaîdî diyar kir, hêj jî çarenivîsa hejmarek ji endamên malbata wê keça Kurd a Êzdî nayê zanîn.

Roze Emîn Berekat, piştî ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kir û ew dever xiste bin desthilata xwe, hatibû revandin û li gor agahiyan, heyamek beriya niha cihê wê keça Kurd hatiye zanîn.

Li gor Mala Êzdiya li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Asayişa Jinan karîne li Kobanî cihê Roze Emîn destnîşan bikin û wê azad bikin.

Roze Emîn Berekat 20 rojan li Kampa Holê maye û roja Sêşembê 11ê Çileya 2022an radestî Mala Êzdiyan li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, daku bo Herêma Kurdistanê û nav malbata xwe bê vegerandin.

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî Ji Destê DAIŞê, ji 6 hezar û 417 kes ji Kurdên Êzdî yên ku DAIŞê di sala 2014ê de revandine, heta niha 3 hezar û 551 kes hatine rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi