August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de şer derket

Li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) – Dijîterora Herêma Kurdistanê ragihand ku li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de şer derket û li gorê zanyariyên destpêkê tankeke hêzên Iraqê hatiye şewitandin 2 kes jî birîndar bûn.

Di dema şer û aloziyê de xwepêşanderan tankereke leşkerî şewitandin û di encama gulebaranê de 2 xwepêşander jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyerên ku endamên YBŞ’ê bi çekan tevlî bûne leşkerên Iraqê ji herêmê vekişiyane.

Piştî êrîşên esmanî yên di van rojên dawî de li dijî YBŞ’ê zêde bûne, “Rêveberiya Xweser” ku nêzî PKK’ê ye, duh daxuyaniyek da û tê de hişyarî da hemû sazî û rêxistinên girêdayî hikûmeta Iraqê û herwiha ofîsên saziyên navneteweyî ku dest ji karê xwe yên li wê derê berdin.

Piştî hişyariyê îro saziyên fermî nexebitîn.

“Rêveberiya Xweser” a navborî bi hinceta “Li Şengalê serweriya wê nîne” biryar dabû ku bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên esmanî  protesto bike.

Di 7ê Kanûna 2021ê firokeyên bê pîlot ên Tirkiyê li bajarokê Xanesorê yê Şingalê di êrîşekê de otomobîlek kirin armanc û di encama de yek ji berpirsên leşkerî yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Merwan Bedel Hacî ku di otomobîlê de bû canê xwe ji dest da.

Duh êvarê (11.12.2021) Balefirên şer ên Tirkiyê avahiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Xanesor li Şingalê bombebaran kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi