August 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hejmareke koçberên Êzidî li ser sînorê Polonyayê li ber mirinê ne

Hejmareke koçberên Êzidî li ser sînorê Polonyayê li ber mirinê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Komek koçberên Kurdên Êzidî ku xelkê Şingalê ne, ev heyama hefteyek e li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane û tê gotin ku tiştekî wan nameya bixwin.

Serokê Akademiya Şingalê Murad Îsmaîl li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand ku “32 koçberên Êzidî ev 7 roj in li ser sînorê navbera Polonya û Belarûsê asê mane. Ev malbatên Êzidî ji Şingalê ne û û niha jiyana wan di metirsiyê de ye.”

Murad Îsmaîl bang li Konseya Ewropa û Polonyayê kir ku alîkariyên mirovî bigihînin bo wan koçberên li ser sînor asê mane.

Mirovkî koçberan ragihand ku xwarin û vexwarina wan tune ye û ew di rewşeke pir dijwar de ne.

Fadil Hasan ku niha li Almanyayê ji Rûdawê re diyar kir ku 11 xizmên wî niha li ser sînor asê mane û got: “Ew 7 roj û 7 şev in li daristanê ne. Wan tiştek nexwariye. Xwarina wan tune û li ber mirinê ne. Rewşa 5-6 kesan gelek dijwar e. Ew nizanin kengê dê bimirin.”

Carinan ew pelên daran dixwin, lê ji ber ku zikê wan dişêe ew nikarin pir bixwin. Ew avî jî ji hewzekê vedixwin. ”

Îsal bi hezaran koçberên ji Iraq, Efxanistan û Afrîkayê hewl dan ku di ser sînorê Belarûsê re xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewropayê.  Lê Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ye ku Belarûs bi zanebûn koçberan li ser sînorên xwe kom dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi