Nêzîkî 25 hezar zarok di nav kampên koçberên Şingalê de jidayik bûne
Duhok (Rûdaw) – Di rojeke weke îro de 3yê Tîrmeha 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin û bi hezaran kurdên Êzdî kuştin û revandin, herweha nêzîkî 400 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê bûn, piraniya wan li parêzgeha Duhokê dimînin.
Dema 7 salên borî de, nêzîkî 25 hezar zarok ji dayik bûne, beşek ji wan niha pola yekê li dibistanan derbas kirine û hîn di nav kampan de dijîn. Koçber dibêjin, tevî wan zehmetiyên ku dîtine lê jiyan berdewam e.
Li Kampa Esyanê jî zarok koçberê ên Kurdên Êzidî, di hizrên wan de pakî, nazikî û yarî hene û agah ji xemên awarebûnê nînin û nizanin jiyana berê ya dayîk û bavên wan çawa bûyeç
Zaroka koçber li Kampa Esyanê Ranya Eto dibêje: “Em ji Şingalê hatine kampê, em li vê derê mezin bûne û çûne dibistanê. Jiyana me li vê derê xweş e.”
Zarokî din ê kampê Dilwar Hemo ku xwe wek xelkê kampê dizane dibêje: “Em yariya veşartonê dikin, em xwe li pişt tankê vedişêrin. Ez ti caran neçûme Şingalê.”
Çar zarokên malbata Newaf li kampê di bi konê koçberbûnê de ji dayîk bûne.
Yek ji endamên wê malbatê Dilwar Newaf ê heft salî dibêje: “Ez nizanim em berê li ku derê bûn, lê me niha li Kampa kerbertoyê ne. Ez li vê derê çûm dibistanê, niha bêhvedan e, û ez ligel hevalên xwe yariyan dikim.”
Li gor amarên Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan di sala 2014an de ji ber êrişa DAIŞê 360 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê koçber bûn û piraniya wan di nav kampan de dijîn.
Her li gor amarên Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan li 14 kampên Kurdên Êzidiyan di heyama 7 salan de nêzkîkî 25 hezar zorak ji dayîk bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî