Keça Êzdî piştî heft salan gihîşt malbata xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Sîpan Xelîl a 14 salî di destpêka Tebaxa 2014an de dema ku DAIŞê êrişî Şingal û derdora wê kir hat revandin û beriya çend rojan vegeriya Herema Kurdistanê û gihşt malbata xwe.
Sîpan di sala 2000 de ji dayîk bû û ji gundê Koço ya Şingalê ye. Birayê Sîpanê, Behcet Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “Em niha li Dihokê bi hev re ne.”
Îro heft sal di ser êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê û derdora wê derbas bû. Behcet Xelîl eşkere kir ku “Pêşî Sîpan birine Mûsilê û dûvre jî birine Sûriyê. Min demek berê ji Mala Êzdî ya li Rojavayê Kurdistanê telefonek wergirt û di derbarê xwişka min de agahiyê dan.”
Bahjat Xelîl diyar kir ku wan hinek prosedurên pêwîst şopand, dûvre xwişka wan anîn Rabiayê, lê hêzên Iraqî du rojan nehiştin ku ew bikeve nav axa Iraqê, heya ku ofîsa Serokwezîrê Iraqê ji bo wan ket dewrê, li ser vê yekê ew vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Behcet Xelîl da zanîn ji bo ku Sîpanê vegerînin Herema Kurdistanê nav malbatê, wan 2 hezar û 500 dolar dane Mala Ezdî.
Rêwîtiya Sîpanê piştî ku ew revandin bajarê Daraayê ya Sûriyê bi dawî bû. Li gora birayê wê Behcet, ew şeş rojan li mala Êzdî mane,û ew aniha li Duhokê li gel malbata xwe dimîne. Bahjat Xelîl dibêje “spas ji xwedê re tenduristî û rewşa derûnî ya Sîpanê pir baş e.”
Di destpêka Tebaxa 2014an de, DAIŞê êrişî Şingal û derdora wê kir û 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî revandin, ku nêzîkî 3 hezar û 550 ji wan heta niha hatine rizgarkirin, çarenivîsa 2 hezar û 770 ji wan jî heta niha ne diyar e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî