Xwekuştin nav ciwanên Şingalê de zêde dibe û heftiyekî de 4 ciwanan xwe kuştine
BasNews – Qaymeqamê rewa yê Şingalê aşkera kir, diyardeya xwe kuştinê nav ciwanên sînorê Şingalê de pir zêde bûye û tenê di heftiyekî de heta îro 08.09.2020ê 4 ciwanên Şingalê dawî bi jiyana xwe anîne.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew 4 ciwanane xelkê Şingalê ne ku xwe kuştine û 3 kes ji wan kur û yek jî keç e.’’
Herwaha diyar kir ew hejmara xwe kuştinê di yek heftiyê de amajeyekî metirsîdar e û pêwîste lêkolîn û pêdeçûn li ser bê kirin û kar bê kirin bo çareser kirina wan sedeman ku ciwanên Şingalê bêhêvî dike û dawî bi jiyana xwe tînin.
Qaymeqamê Şingalê diyar kir, piştî koçberbûna xelkê Şingalê û vê rewşa naha li ser rewşê de hatiye, rewşên xwe kuştinê zêde bûne. Sedemê serekî yên piraniya wan xwe kuştinê aborî, bêkarî û bêzariya ji ber rewşa jiyanê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî