Qaymeqamê Şingalê: Komên çekdar nahêlin xelk biçin ser çiyayê Şingal
BasNews – Qaymeqamê bajarê Şingalê ragihand, komên çekdar nahêlin xelkê Şingal biçin ser çiyayê Şingalê.
Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, komên çekdar nahêlin welatiyên Şingalê biçin ser çiyayê Şingalê. Nahêlin ewên ku pez û dewarên heye her wiha yên ku nêçîrvaniyê jî dikin, biçin ser çiyayê Şingalê.
Mehma Xelîl her wiha got, eger kesek bixwaze biçe jî divê destûrê ji wan werbigire.
Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku hebûna komên çekdar jiyana xelkê Şingalê tal kiriye û got, divê ew ji Şingalê derkevin da ku xelkê Şingalê di aramî û asûdehiyê de bijîn.
Mehma Xelîl da zanîn ku heta niha gelek caran daxwaza derxistina komên çekdar kirine lê ti kesî guh nedaye daxwaza wan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
