Şêx Şamo: Piştî referandomê dê beşa êzdiya li Kurdistanê bibe sedî 15
BasNews
Serokê desteya bilind a bingehê Laleşê yê rewşenbîrî û civakî diyar kir, nêzîk sedî 90ê êzdiyan ji aliyê îdarî ve hîn girêdayî hikûmeta Iraqê ne, proseya referandomê dê bibe garantiya çarenivîs û mafê êzdiyan li herêma Kurdistanê.
Nûnerê kurdên êzdî li parlamentoya Kurdistanê û serokê desteya bilind a bingeha Laleşê ya rewşenbîrî û civakî Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî deverên êzdiyan ji aliyê îdarî ve bikevin himbêza Kurdistanê, wê demê dê nûneriya êzdiyan bigehe sedî 15 gelê Kurdistanê. Nameya serok Mesûd Barzanî bo pêkhateyên Kurdistanê ronî ye û hemû pêkhate dê bibin xwedî paşerojek geş li Kurdistanê, ji ber Kurdistan penageha hemû netew, mezheb, ol û bingehê pêkvejiyan û aştiyê ye.’’
Herwaha got: ‘’Em bi hemû hêz û şiyana xwe piştevanê serxistina referandomê ne û hemû ofîsên bingeha Laleşê hatine erkdar kirin ku xelkê hişyar bikin ku dengên ‘’Belê’’ di referandoma serxwebûna Kurdistanê de bidin û ji bo vê kar bikin.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî