Berpirsekî Lalişê: PKK li dijî deb û pirensîbên kurdên êzîdî kar dike
BasNews
Berpirsekî navenda rewşenbîrî ya Lalişê dibêje, PKK li dijî deb û pîvanên kurdên êzîdî kar dike.
Berpirsê Lalişê li wargeha Xankê ya Şingalê, Enter Kulo ji BasNewsê re got, Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan û tevahiya kurdên êzîdî dixwazin PKK ji devera Şingalê derkeve ji ber ku PKK bûye asteng li pêşiya vegera xelkê û nûavakirina deverê.
Enter Kulo behsa wê yekê kir ku PKK zarok û keçên êzîdî direvîne û got, çekdarkirina zarok û keçên êzîdî li dijî deb û pîvanên kurdên êzîdî ye lê PKK qet hurmeta wê yekê nagire.
Piştî ku devera Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve û bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat rizgarkirin, PKKê hêzên xwe şand wê deverê û dest bi derxistina aloziyan kir.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî