Mehmûd Êzîdî: Êdî êzîdiyan rastiya PKKê zanîne
BasNews
Berpirsê liqa 20 ya PDKê li bajarokê Şêxanê Mehmûd Êzîdî ragihand ku, PKK ji bilî zerer û ziyan û têkdanê tiştekî din nake. Herwiha dibêje, êdî Êzîdî rastiya PKKê nas kirine ku xizmeta wan nake, lewma pêwîst e zû ji Şingalê derkeve.
Mehmûd Êzîdî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye: “Eger PKKê hinceta mana xwe li Şingalê bike alîkariya Êzîdiyan, niha pêwîstî pê nemaye û wek çawa Hêzên Pêşmerge di dema dijwar de çûn û alîkariya Kobanî kirin û vegeriyan, niha jî pêwîst e PKK biçe meydana xebata xwe li Bakûrê Kurdistanê.”
Wî berpirsê PDKê her wiha gotiye: “Eger PKK bi rastî xêrê ji Êzîdiyan re dixwaze û eger partiyeke Kurdistanî be û berjewendiya Kurdistanê bixwaze, pêwîst e îro ji Şingalê derkeve, lê wê yekê nake. PKK bi vê xweferzkirinê piştrast kiriye ku ew bûne darê destê welatan. Hemû karên kirêt dike û zarokên Şingalê direvînin û wan dibin Qendîlê. Êdî Êzîdî rastiya PKKê nas dikin ku xizmeta wan nake û roj bi roj ji wan cuda dibin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî