Mehma Xelîl: Vekêşana PKKê li Şingalê, di berjewendiya xelkê deverê de ye
Qaymeqamê Şigalê behsa vekêşana hêzên PKKê li çiyayê Şingalê de kir û got ku pêwîste PKKe hêzên xwe li deverê de bikêşe ji ber ku bejewendiya xelkê Şingalê wiha dixwaze.
Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ji bo BasNewsê ragehand ku:”Vekêşana hêza çekdar a PKKê li Şingalê de biryareke yasyayî ya hikûmeta Iraqê ye û pêwîste PKKê di demeke kin de wê biryarê pêk bînin û hêzên xwe vekêşine.”
Wî berpirsî got ku:”Vekêşana hêzên çekdar yên PKKê li bejewendiyên xelkê Şingalê de ye çimkî li gor wan wa başe ku PKKe û aliyên din yê siyasî rêzê li yek û du bigirin û hemû girîngiyê bi parastina rewşa Kurdistanê bidin û rê li ber planên dijminan bigirin.”
Qaymeqamê Şingalê ev yeke jî got ku xelkê Şingalê dixwaze ku pêşmerge parastina Şingalê bike ji ber ku Pêşmerge wek hêzeke pehlewan li cîhanê tê nasîn.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî