Vîyan Dexîl: Herêma Kurdistanê amadekarîyên vegerandina Şingalê dike
Vîyan Dexîl perlemantara Êzîdî li civata nûnerên Îraqê ragîhand; Şingal bi xuna pêşmerge hatîye rizgar kirin û mehale herêm destberdarî Şingalê û xuna pêşmerge bibe.
Di daxuyanîyekê da, Vîyan Dexîl got: herêm dixwaze hemû rêkarên vegerandina yekcarî ya Şingalê bo baweşa herêma Kurdistanê derbaz bike, ji berku pêşmerge bi xun û qaremanîya xwe ew bajar ji destê terorîstan rizgar kir, lew bi çi rengekî herêm destberdarî Şingalê û xuna pêşmerge nabe û nahêle Bexda desthilata wî bajarî bigre dest.
Daye zanîn jî ku garantîya parastina Şingalê û dûbarenebûna hemû wan karesatên bi ser Êzîdîyan da hatine, tenê vegeryana yekcarî ya wî bajarîye bo ser herêma Kurdistanê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî