NY: Hîna jî Kurdên Êzidî rastî tawanên hovane tên
Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî(NY) bo tawanên dijî Mafê Mirov li Sûriyê, ragehand ku, heta niha jî çekdarên DAIŞê tawanên hovane lidijî Kurdên Êzidî dikin.
Îro 3 Tebaxê Komîteya NY daxuyaniyek ji Cinêv belavkir, kopiyek gihşte dest BasNews, têde hatiye: “Di duyemîn salvegera kareseta Şingalê, hîna jî 3200 zarok û jinên Kurdên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane û rastî tawanên hovane tên.”
Herwiha di daxuyaniya NY de hatiye: “Bêhtirê Êzidiyên revandî li Sûriyê ne, çekdarên DAIŞê destdirêjê li ser jinan dike, herwiha kuran jî neçardikin ku ligel wan şer bikin, jibilî bi hezaran mêr û jinên Êzidî ku çarenivîsa wan nediyare.”
Hema komîtê di raporta xwe de ya 16 Hizêrana borî tekez kiribû ku, Kurdên Êzidî rastî komkujî û cînosayidêli ser destê çekdarên DAIŞê hatibûn.
Raportê careke din daxwaz kirk u, dadgehên navdewletî lêkolînan li ser vê karesetê bikin û biryarên guncaw derbarê wê de bistînin, bi rengê ku mafê Êzidyan were parastin p sitendin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî