Bingehê Laliş cejna Cemayê li tevaya Êzdiyan pîroz dike
Tora Laliş
Bi helkefta hatina cejna Cemayê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê peyameka pîrozbahyê arastey tevaya Êzdiyên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dike.
Bi vê helkefta pîroz germtrîn û ciwantrîn pîrozbahyan arastey Êzdiyên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikeyn û hîvîdarîn cejneka xoş û aram derbaz biken û hîvî û xozîyên wan bicih bên, hîvîxwazin ev cejne bibe xurtkirna ferhenga pêkvejiyanê û brayetiyê û tebayê di navbera pêkhatên eaynî û neteweyên Kurdistanê da.
Herwisa hîvîdarn rewşa Şingal tenahî û aramyê bixweve bibîne û hemû girtyên Êzidî yên di destê tîrorstên DAIŞ ê da mayn bêne rzgarkirin û hîvya aramî û avedanî û serferazyê bo Kurdistanê dixwazin.
Dîsa cejnaCemayê pîroz be,her sal bi xêr û xoşî biken.
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî/Duhok
5î çirya yekê 2023
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî