July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

xoleka rojnamevanî bo berpirsên ragehandina tayî û nvîsîngehên Laliş hatli dar xistin.

xoleka rojnamevanî bo berpirsên ragehandina tayî û nvîsîngehên Laliş hatli dar xistin.
Tora Laliş/Duhok
Îro 22î eîlula 2023 li baregayê Bingehê Laliş l Duhokê,bi berhevbûna rêzdar”Seîd Cirdo”Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û berêz “Karwan Baedrî”berpirsê pişka ragehandinê li bingehî,xoleka rojnamevanî bo berpirsên beşê ragehandina tayî û nivîsîngehên laliş hat li darxistin.

Li destpêkê rêzdar “Seîd Cirdo”Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş di peyvekê da dest xoşî li berpirsên ragehandina tayî û nivîsîngehên laliş kir bo kar û xizmet û çalakyên encam diden û xwast bihtr xwe li gel ragehandina serdemyane biguncînin û taybet soşyal mîdyayê ku noke rolekê berçav digêre.

Li dûvda “Karwan Baedrî” berpirsê pişka ragehandinê li bingehê laliş behs li grngî û merem ji vekirina vê xola rojnamevanî kir û diyarkir ku pêxemet bihêzkirina şyanên berpirsên ragehandina tayî û nivîsîngehên laliş ev xole hatye vekirin bo hindê bizanibin ku bi çi şêwe çalakyên xwe bi darêjin,her dîsan pêwestiya li ser stafê ragehandina wan bihtir girngyê bi warê nivîsanê û darştina kar û çalakyên xwe bi şêweyekî profîşînal û kurte vîdyoyan biden û destxoşî li hemûyan kir û hîvya serkeftinê bo xwast.

Ev xolji aliyê herdû rojnamevanan Xidir Xelat û Bextiyar Qadir ve dihate bi rêvebirin, têda bi drêjî û bi şêwê têwrî û praktîkî behs li binema û şêwazê nivîsîna nûçeyê rojnamevanî bi pîşeyî û bi taybet kar û çalakyên tayî û nivîsîngehên laliş bo amadebûyan kir û çendîn nimûneyên zîndî yên çawanya çêkirina nûçey înan ziman,zêdebarî çêkirina kurte vîdyoyan û grtina wêneyan û mifa wergrtinê li soşyal mîdyayê.

Hejî gotinê ye Bingehê Laliş berdewam xolên rojnamevanî bo stafê ragehandina bngehî vedke,pêxemet bihêzkirina şiyanên stafê xwe.

Tê zanîn pişka ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş her êk ji Govara Laliş û Qenalê Sema û Tora Laliş ya ragehandinê bixweve digre.

 

CH

     

                   

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi