July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Seîd Cirdo di salvegera damezrandina şaxê Baedrê de amade di be û gotinekê pêşkeş dike.

Bingehê lalş şaxê Baedrê Salvegera damezrandina xwe sax dike

 Tora Laliş ya medyaî:

Bi helkefta salyada damezrandina Bingehê Laliş tayê(Şaxê) Baedrê û bi derbazbûna 18 salên xizmeta deverê , Bingehê Laliş şaxê Baedrê berîkaneka zanstî û rewşenbîrî bo çendîn genc û lawên deverê encam da.
Bi amadebûna berêz “Seîd Cirdo” Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û “Xelef Elyas”Endamê Desteya Bilind, Bingehê Laliş şaxê Baedrê berîkaneka zanstî û rewşenbîrî bo nêzîkî 30 pişkdarbûyan gêra, li destpêkê berpirsê Bingehê Laliş tayê Baedrê Xelat Baedrî bi xêrhatina tevaya amadebûyan kir û salroja damezrandina Bingehê Laliş şaxê Baedrê li tevaya amadebûyan û xelkê deverê pîrozkir û da xuyakirin ku merem ji rojên wesa xirvebûn û li hev guhartina zanyariya ye û da zanîn ku bi dîtina me hûn hemû serkeftî ne li vê çalakiyê.

Ji layekê dî ve Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş “Seîd Cirdo” di peyveka ciwan û balkêş da salyada damezrandina Bingehê Laliş şaxê Baedrê li xelkê Baedrê û desteya rêveber û endamên Bingehî pîrozkir, paşî rol û ked û xizmeta Bingehê Laliş Baedrê di drêjahiya salên borî da ta îro roj bilind nirxand diqada rewşenbîrî û civakî da, zêdebarî çendîn gotinên dîtrên bi beha derheqê vê rojê anî ziman.

Li dûvda rêwresmên berîkanê bi rêveçûn û hevrkiyê dinavbera amadebûyan da destpêkr li ser bidestveînana serkeftinê û kesên pişkdar bi ser 9 giropan da hatine dabeşkirin.

Di encamda evan gropên li xwarê serkeftin bidestve îna û pîrozbahî li wan hate kirin(1Hîcran j Êsya، 2 gropê mamosta Faris ji Baedrê،3 gropê Hejar qutabyên Baedrê).

Li dawyê hemû serkeftî hatine xelatkirin bi diyaryên Bingehê Laliş şaxê Baedrê di keş û hewayekî dilveker û dilxoşker da.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi