Bingehê Laliş sera bazarê Şevên Remezanê da
Tora Laliş
Îro yek şembûyê 9î nîsana 2023 şandekî Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî digel şax û nivîsîngehên bi ser ve bi serperştiya rêzdar “Saîd Cirdo” Serokê desteyê seredana bazarên Şevên Remezanê li têrmînala Duhok ya nîvdewletî ya ku hatiye rêxstin ji layê Rêveberya Geşt û Gozarî ve li Duhokê.
Li destpêkê şandê navbrî hatine pêşwazî kirin ji layê berêz profîsor “Xêrî Elî” rêveberê geşt û gozarî li perêzgeha Duhokê û her dîsan digel da nunerê kompanya Kavîn Girop.
Paşî serdana hemî wan kompanya kirin yên dinava vî bazarî da hatiye rêkxstin, li dawyê ji alyê xove Saîd Cirdo dest xoşî li Rêveberya Geşt û Gozarî kir û daxuza serkeftinê bo xwest ji bo rêkxstina vî bazarî.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî