July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ Laliş dîdarek bo bi cînosayd nasandina komkujya Êzdiyan gêra

Bingehê‌ Laliş dîdarek bo bi cînosayd nasandina komkujya Êzdiyan gêra
Tora Laliş /Duhok
Li rêkkeftî 12/1/2022, li hola Şêx Şamo li Bingehê‌ Laliş li Duhokê‌ û bi berhevya jimareka zor ya rewşenbîr û kesayetîyan, dîdara Laliş (5) li jêr navê‌(Cînosayda Êzdiyan û dadperwerî) hate gêran.

Bi beşdarbûna Dr. mhemed Ahsan wezîrê‌ mafê‌ mrovî yê‌ berê‌ û Dr. dîndar Zêbarî rêkxerê‌ raspardên nêv dewletî li hkûmeta Herêma Kurdistanê‌ û Hisên Qasim Hesun rawêjkarê‌ serokê‌ Herêma Kurdistanê‌, Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş dîdara lalş (5) li jêr navê‌(Cînosayda Êzdiyan û dadperwerî) gêra û ji alyê‌ Dr.seîd Xudêda ve hate bi rêvebirin.

Di dîdarê‌ da eu karesatên di dirêjahya dîrokê‌ da bi serê‌ civaka Êzdiyan da hatîn û bi taybet komkujya Êzdiyan li Şingalê‌ li ser destê‌ rêkxrawa DAIŞ ya tîrorstî hatine nîşandan.

Li dûvda her êk ji Dr. mihemed Ahsan wezîrê‌ mafê‌ mirovî yê‌ berê‌ û Dr. dîndar Zêbarî rêkxerê‌ raspardên nêv dewletî li hkûmeta herêma kurdistanê‌ û Hisên Qasim Hesun rawêjkarê‌ serokê‌ herêma kurdistanê‌, behs li komkujya bi serê‌ Êzdiyan da hatî li Şingalê‌ li 3î tebaxa 2014 û çawanya havêtina pêngavên nû bo bi cînosaydnasandna komkujyên bi ser Êzdiyan hatîn kir û bicihînana dadperweryê‌ û sizadana tîrorstên DAIŞ kir.

Her di dîdarê‌ da çendîn tewerên dî li dor cînosayda Êzdiyan û dadperwerî hatine behskirin.

CH

 

       

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi