July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rêwresmên îmzakirin û belavkirina pertoka (Derdê Dila) hatine gêran

Rêwresmên îmzakirin û belavkirina pertoka (Derdê Dila) hatine gêran
Tora Laliş:

Di hêvaryeka ciwan û balkêş û hêmin da, li cîhana helbest û endîşeên ateşî da , û bi amadebûna her yek ji Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş berêz (Seîd Cirdo) û şandê digel da, û rêveberên dam û dezgehan li navçeya Baedrê û deverê û encumenê Mala Mîran û senterê Rewşenbîrî yê Şêxan û Bingehê Laliş Şêxan û mêvan û kesayetyên mîrî û olî û rewşnbîrî û mamosta û afretan û lawan û qutabyan û heval û hogr û kes û karên hozanvan û tex û pêkhatên cuda cuda ji Baedrê û deverê.
Îro roja sê şembûyê rêkeftî (27 / 12 /2022) Bingehê Laliş şaxa Baedrê rabû bi rê û resmên şirove û îmzakirina pertoka (Derdê Dila) ya hozanvan (Derman Xemo Baedrî) li hola Baedrê ya bîrewerya.
Piştî deqîqek rawestyan li ser giyanê şehîdên bizava rizgarî xwaza kurdî ser karwanê wan Barzanyê Nemir, rê û resmên nafhatî ji layê berpirsê Bingehê Laliş tayê Baedrê bi bxêrhatina amadebûyan destpêkir.
Paşî berêz (Xelat Baedrî) berpirsê Bingehê Laliş tayê baedrê kurtyek li dor jiyana hozanvanî bo amadebûyan îna ziman û ew qonaxên jiyana xo têra derbazkrîn dane ronkirin.
Li dûvda kurê hozanvanî berêz (Sekman Derman) behsa pertoka nafhatî kir û ronahî êxste ser naverok û egerên paldayn ku pertokê berhvbken, zêdebarî çend pirsên grêdayî bi vê keysê ve tevlî gotinên xokirin.
Di tewrekê dîtr da berêz( Şêx Zêdu Baedrî) Rawêjkarê Perlemanê Kurdistanê wek heval û kesek nêzîkî hozanvanî çendîn ronkirin û xalên balkêş li dor vê mijarê behskirin û rê û resmên nafhatî pitr zengîn û bi rewşkirin.
Li dawyê pertok hate îmzakirin û jibal kurê hozanvanî ve bi ser tevaya amadebûyan da hatine parvekirin.
Hejî gotinê ye ev rê û resme bi sopasî ve ji layê heryek ji SemaTV û Kurdistan TV ve hate romalkirin û bi vî awayî berberek dîtr ji kar û bizavên bingehê laliş hate qulpandin di xzmeta deverê û bizava rewşenbîrî.

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi