Cêgirê Serokê Bingehê Laliş pertokek pêşkêşî Konsilê Rûsya kir
Hewlêr- Tora Laliş Ya Ragehandnê
Rêzdar (D.Se’îd Xudêda), Cêgirê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî sera Konsilxana Rûsya da li Hewlêrê û pêşwazî lê hate kirin ji alyê (Meksîm Elîkfîc) serkonsilê wî welatî ve.
Ji bal xweve Cêgirê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş, dawî weşana govara Laliş pêşkêşî konsilî kir û bangihêştî Bingehê Laliş kir.
Hevdem Konsilî xweşhalya xwe diyarkir û behsî hatina xwe ji bo Peristgeha Laliş û sersormanya xwe bo peristgehê diyarkir.
S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî