July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê Laliş Şêxan kongirê xo gêra û desteyeka nû hate helbjartin

Bingehê Laliş Şêxan kongirê xo gêra û desteyeka nû hate helbjartin
Tora Laliş ya ragehandinê :

Li jêr çavdêrya berêz ( Serdar Şêx Yehya )Qaîmqamê Nawçedarya Şêxan , îro roja eynyê rêkeftî 14î çirya yekê ya 2022ê Bingehê Laliş tayê Şêxan kongirê xo yê şeşê gêra li Hola Laliş li Şêxan û desteyka kargêrî ya nû hat helbjartin
Bi amadebûna Deverdarê Nawçedarya Şêxan û rêzdar (Seîd Cirdo) Serokê Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî û rêveber û berpirs û niwênerên damûdezgehên Hikumî û Hizbî û bi serperştya lîjneyek ji Desteya Bilnda Bingehê Laliş ku pêkdhatin ji berêzan (D.seîd Xudêda , Nasir Kersafî , Karwan Hacî) û mêhvanên kongreyî li Nawçeyê, rê û resmên kongirê nafhatî bi rêveçûn.
Piştî peyvên bi xêrhatinê û rêzgrtin li şehîdên bizava rizgarî xwaza Kurdî ronştina yekê bi dawîî hat , di runştina diwem da xwandina raportên darayî û rewşenbîrî û peywendyan hatin xwandin û gutubêjkirin li ser hate kirin ji layê amadebûyan ve , li dawyê hatine pesendkirin ji layê nwênerên kungrê nafhatî ve .
Li dûvda evên xwarê hatine helbjartin û bûne endamên Desteya kargêrî ya Bingehê Laliş tayê Şêxan û jilayê amadebûyan ve pîrozbahî li wan hatine kirin .
1- Azad Murad Hecî
2- Xezwan Remezan Alî
3- Selam Mîrza Qasim
4- Ferhan Hemo Hacî
5- Şêrzad Xudêda Sulêman
6- Faîz Xald Şero
7- Zêdan Xelo Cerut
8- Beyda Xeyrî Efan
9- Hedye Coqî
10- Daxwaz Ebdalkrîm Sulêman
11- Enmar Silo Kafan

 

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi