July 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Eskerȇ Boyȋk:Oxir be zanyarê mezin

Eskerȇ Boyȋk:Oxir be zanyarê mezin
Rehma Xwedȇ kekȇ Nadir be, zanyarê mezin, maqûl, xerxwez, cwamêr, hogerekî esil bi temamya naveroka van xebera.
Kȇ dixweze dȋroka Kurde Qazaxistanȇ bizanbe, bira ҫȋroka emrȇ zanyarȇ mezin bixûne. Pȇnc salȋ bûye, dema sala 1937a, malbeta wan tev temamya Kurdȇn qeza Naxȋcȇvanȇ, rȇspûblȋka Azeyrbȇcanȇ sirgûnȋ Asya navȋn dikin. Salȇ zarotȋyê, xwedina mektebê di nav dijwerȋ û astengyan wȇ sirgûnya malwêran ra derbas bûne. Bi zor û zehmet astengyȇn sirgûnyȇ ye sȋyasȋ û byûrokratȋke hișk alt dike derȇ xwendina bilind ber vedibe… Pașȇ rojȇn xweș tȇn. Xwendina Moskvayê, derecȇn zanyariyȇ ra bilind dibe: Heta asta zanyariyê ya welatê Sovêtêye here bilind…
Ez 3-4 sala Qazaxistanȇ, bajarȇ Almatȇ mam zanyarȇ mezin wek ҫiraka șemal tim rex min bû û ji bȋra min tucar naҫe.
Me tev gelek rojȇn xweș derbas kirin e.
Hunermendȇ meyȋ bi nav deng Kekȇ Nȋzamȋttȋn hatibû Almatayȇ. Bi organȋzakirna wȋ, em, komek rewșenbȋr, bawarkȋ temamya gund û bajarȇ Qazaxistanȇ, li ku Kurd lȇ dijȋtin geryan. 30 salȋ zȇdetir derbas bûye. Wȇ demȇ Kekê Nadir, zanyarê mezin, nav koma me da, wek xortekî bû.
Ҫi bikȋ, emir evȇ. Kȇ hatye dinȇ, zû-dereng ger here.
Bira rehma Xwede kekȇ Nadir be, ciyȇ wȋ buhușt be… Ez xûșka Helȋmȇ ra sebrȇ dixwezim, Serȇ lawȇ wȋ, bira-pismama, ȇla wȋye rengȋn xweș be.
Ewȋ gelȇ xwe pir hiz dikir, bira serȇ GELÊ KURD sax be.
Eskerȇ Boyȋk
24.08.2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi