Nadîa Murad li Norwêçê li gel rayedarên bilind hevdîtin pêk anî
Çavkanî :Bahzani
Keça Êzîdî ji Şingala birîndar, Nadîa Murad, ev demeke ku li gelek welatan digerê û karêsata ku rêxistina terorîst a DAIŞ a xwedênenas anîye serê Êzîdîyan tînê ziman û daxwaza alîkarîyê dikê.
Nadîa Murad a 22 salî ji gundê Koço ye û ew jî wek bi hezaran keç û jinên Êzîdî di dema êrîşa DAIŞ’ê a bi ser Şingalê de di 3. Tebaxa 2014’an de wek hêsîr ketibû nav destê DAIŞ’ê. Nadîa piştî 3 mehan ji nav destên wan revîya û xwe rizgar kir, lê hê bi hezaran keç û jinên Êzîdîyan di nav destên wan har û hovan de mayine û wan ji xwe re li sûk û bazaran difroşin dewlemendên ereb.
Piştî rizgarbûna xwe Nadîa nexwest li beramberî vê wahşeta ku DAIŞ’ê anî serê Civaka Êzîdî û bi şeref û namûsa Êzîdîyan û tevaya kurdan lîst bê deng bimînê û wek mêrxasekê serî hilda û welat bi welat digerê û êş û tahda û ferman û jenosîda hatî serê Êzîdîyan tînê ziman.
Yekemîn car Nadîa beşdarî civîna ewlekarîyê a Yekîtîya Netewan bû û bala civaka navdewletî kişand ser wê jenosîda ku hatî serê Civaka Êzîdî. Di dema axaftina Nadîa da di hundirê salona civînê de gelek nûnerên welatan xwe nedigirtin û hêsir dibarandin.
Piştre jî li Amerîka beşdarî gelek civîna bû û li gel rayedarên dewletê di asta bilind de hevdîtin pêk anî û rewşa Êzîdîyan û êş û kûla êzîdîyan ji wan re şîrove kir.
Piştî vegera ji Amerîka serdana gelek welatên din jî kir, ku di nav wan de hin welatên ereb jî hebûn ên wek Misir, Kuweyt û hwd. û wahşeta DAIŞ’ê a ku bi navê Îslamê anî serê Êzîdîyan anî ziman.
Niha jî Nadîa serdana welatê Norwêçê kirîye û li gel rayedarên dewletê û rêxistin û sazîyên alîkarîyê û xêrxwazîyan hevdîtinan pêk tînê.
Keça Êzîdî Nadîa Murad di hevdîtinek li gel kanala televizyona Norwêçê a bi navê NRK de, di dema ku bahsa karêsata hatî serê Êzîdîyan dikir, bala xwe da wan dîmenên jinên Êzîdî ên ku di studio de dihatin nîşandan û dest bi girî kir. Wek ku di vê vîdeo de jî dîyar dibê him jinika spîrkêr û him jî a wergêr/tercuman jî xwe nagirin û pê re dest bi girî dikin.
Li vir Nadîa dibêjê, ez li gelek welatan gerîyam, lê sûrêtên van jinên êzîdî tesîreke mezin li ser min kir. Cil û libasên vê jinikê dişibin cilên dîya min.
Nadîa dibêjê, ji ber ku jinên Êzîdî ên navser/extîyar bi kêrî zewacê nedihatin, DAIS’ê ew dikustin.
Dayika Nadîa bi xwe jî ji ber vê sebebê li gel bi sedan jinên êxtîyar hatîbû kuştin.
Wek pêzanîn, heta niha jî bi hezaran keç û jinên Êzîdî di nav destê DAIŞ’ê de mane. Ji bilî wan jî bi sedan zarokên temen biçûk ketibûn destên wan. DAIŞ zarokên Êzîdîyan fêrî şert û şirûtên ola Îslamê a ku DAIŞ rast dibînê dikê, mejîyê wan dişo û wan ji bo enîyên şerê xwe ê gemar amade dikê.
Kî dizanê bê ka heta niha çend zarokên Êzîdîyan bi vî şêweyî di enîyên şer de li himberî pêşmerge û şervanên kurd hatine kuştin an jî wek bombeyên întîharî hatine bikar anîn?
Fermo li vê vîdeoya Nadîa di NRK de temaşe bikin:
http://www.nrk.no/urix/her-bryter-hun-sammen-i-studio-1.12774942
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
