November 21, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

KURTİYEK Jİ DÎROKA CÎH Û WARÊN ÊZDİYÊN Lİ BAŞÛR-ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ

Hêjayan,

weke ku ji aliyê raya giştî ve jî tê xwanêkirin, ez jî li goriya zanîn û derfetên xwe rewşa şoreşa Kurdên li başûr-rojavayê Kurdistanê di çapemenî û ragehandinên Kurdî de dişopînim.  Weke ku gelek ji we dizanin û min jî ji dîroka me a derbasbuyî fahmkiriye, çi wexta ku dijber û xwînmijên Kurdistanê dîtine ku, hêzen tevgera demokratîk û rizgarîxwazên Kurdistanê xwastine, hevgirtin û tifaqeke civakên Kurdî kombikin, ewan hingê bihevûdinê ra êrîşên xwe yên terorîst û dagirker li ser azadîxwazên Kurdî zêdekirine.

Ez ji Xweda yê dilovan lavan dikim ku, azadî û rizgarîxwazên Kurd, yên ku li başûr-rojavayê Kurdistanê(çiqas Êzdî, Bisilman, Elewî, Yarasan, Ehlî-Heq, Dûrzî, Şabak û hwd.)hene, vê carê jî ji bo berjiwendiyên partî û rêxistin xwe, li ser navê olê, bi fatwa, nivişt, fahlik, leystîk û xewnên xwefiroşan, hevûdinê ne xapînin û Kurdan bi destên „bira“yên me nedine qirkirin. Ew bikaribin tevaya berxwedanên rizgarîxwazên Kurd, yên ku li başûr-rojavayê Kurdistanê hene bikin yek. Û bi hêza hevkariya tevgera netewî ya Kurd, hemû pirsgirêk, nakokî û cûdatiyên di nava siyasî, ol û civakên li başûr-rojavayê Kurdistan(Sûrî)ê hene çareser bikin.

Min jî beriya niha bi çend salan, di vê  lêkolîna xwe de, hinekî bahsa xesar, zilm, neheqiya xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, axa û dagirkirên başûr-rojavayê Kurdistanê kiriye.

Ez hêvîdarim, ku ev lêkolîna min jî bi kêrî zanîna erd û civaknasîna we be!

KURTİYEK Jİ DÎROKA CÎH Û WARÊN ÊZDİYÊN Lİ BAŞÛR-ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ (binêre li:*)

 

Li gorî lêkolînên hinek dîrokzanan, di wextê salên nêzî 1500 B Z de, li derûdora çiyayê Araratê û ser erdê Kurdistana îro împaratoriyeke xurt bi navê Xaltiyan hebûye.

 

Dîrokzan dibêjin: “Xaltî di sala 1500 B.Z de li Araratê û Kurdistana navîn de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bû. Tospa- (Wan) paytexta Xaltiyan bû. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kirin, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryaya Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene.(13:55-57)”

 

Min jî di lêkolîna xwe ya bi navê, “Êzdiyatî haveynê mirovatiya li Mezopotamiyayê  ye, Urartu anjî Orarto yan pêşiyên Êzdiyên Xaltiya ne? (Binêre li çavkanî:14)“ de, daye xwanê ku heta niha hêjî ev navê Xaltiyan di nava kurdên Êzîdî de hatiye xwedîkirin û hêjî piraniya me Êzdiyan xwe Xaltî dihesibînin. Îro çend eşîrên Xaltiyan mane û niha hêjî li kurê dijîn?. Bersiva vê pirsê Binêre li  kitêba K.Tolan: “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindî ne”.

 

Wekî dinê jî, raste ku li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin û her yekê bi sedemên başqe başqe û gelekan ji wan jî ne xwastine wê Împaratoriyê bi kokeke Kurdan ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên wan ne gotine jî ev in:

 

  • Piraniya lêkolînavanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi kurdîtiyê ve girêdin.
  • Xweya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzdiyan de hêjî têne parastin hebûye.
  • Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzdiyatiyê kifş bikin.
  • Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzîdîxan û Kurdistanê bikin jî, lê gava ewan bahsa  ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, wan nikarîbû bêyî bahsa rewşa kurdên Êzîdî gelek tiştan diyarbikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahûdî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdistanê bela bûne, her wusa bahsa zilma Şah, Xelîfe, Sultan, Paşa, Mîr, Beg, Walî, Axa, Jendirme û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên dagirker ku li kurdên Êzîdî kirine bikin.
  • Û h.w.d.

 

Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzîdî û Musilman. Her weha hêjî gelek nêrîn an jî agehdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzdiyatiyê  birêz bike .

 

Herçiqas ne bi temamî û bi kêmasî be jî, ez dixwazim niha dîsa bi alîkariya Zargotinên me û hinek berhemên dîroknas û lêkolînvanan, çend nimûnan li ser kronolojiya dîrok û rewşa Êzdiyên Sûriyê nêrîneke xwe diyar bikim.

 

Em dîbînin, gava Împaratiriya Xaltiyan hilweşiyaye, ew Êzdiyên li hemû deverên Mezopotamiyayê û yên li derûdora Şam-Helebê jî ketine bin bandora gelek împaratoriyên (yên weka ya Kasiyan, Mîtaniyan, Nehriyan, Mûşkiyan, Urartuyian, Mannaiyan, Mediyan, Sassaniyan, Bîzansiyan û whd.) dinê.

 

Di zargotina me de xwanê ye, wexta ku Kurdistan bi sînorên dewletên dagirker bûye çend perçe û şûn de jî, dîsa çûn û hatina di nava Êzîdîxanê de hebûye. Ji xwe di wê demê de Êzîdîxan ji Êzîdîyan dagirtî bûye û Mîrê Êzîdîxanê, hingê li gorî rewşê Êzîdîxan kiriye heft herêm û her herêmêk Tawisek bi navê wê kifş kiriye. Mîrê Êzîdîxanê, ji bo hevgirtin û xwedî kirina Êzdiyatiyê, hersal ew Tawisên sembolê dînê Êzîdî didan destên qeflek qewal-koçekan û ew dişandine nava gund û bajarên Êzdiyan. Her sal yek ji wan Tawisên sembolê Êzdiyatiyê diçû nava Êzdiyên li derûdora Helebê.

 

Gava em li zargotna me birênên û ji vê “ Qesîda Şêx Mend” fahm bikin, emê bivînin ku demên berê çûn û hatina di nava bajarên (Heleb, Mêrdîn, Ruha, Bozan, Cizîr, Laliş û whd.) Kurdistanê de gelekî hêsan bû.

 

“ Qesîda Şêx Mend

Seydî îro min dîtibû ciwan e

Di dilê min da bû hizneke giran e

Seydî suniya pê ço bû Dîwan e

Seydî min çî mirand

Seydî heca sor e

Mîr ji Mîra vavire

Şîxadî Şêx Mend xelatkire

Sindirûka sor û sipî ye

Ji Helebê der aniye

Seydî Şîxadî li ber di çî ye

Sindirûka sor û zer e

Ji Helebê hate dere

Seydî Şîxadî ço bere

Sindirûka Zêrîn e

Ji Helebê der tîne

Wesilandine Mêrdîn e

Wesilandine Ruhayê

Feqîra şehde dayê

Sindirûka kesk e hatine hewayê

Sindirûka kibîr e

Şêx Mend tabûteke kibîr e

Vêrra kirbû feqîre

Wesilandine Cizîr e

Sindirûka giran e

Şêx Mend tabûtake giran e

Şêx Mend Fexan e

Wesilandine Bozan e

Sindirûka bi neqş e

Şêx Mend tabûtake bi neqş e

Vêrra kirbû dileq reş e

Wesilandine Laliş e

Wesilandine Semedrê

Welîyo xudanê Hekarê

Seydî Şêx Mend xelatkir vê carê  (15:167-168)“

 

Şêx Mend ê Ferxa, kurê şêx Melek Fexredîn e û ev jî kurê Êzdînê mîr e. Hukumdarê Helebê buye. Dema dilmayîn di navbera Şêx Hesen û Şêx Şems da çê dibe, ew ji Helebê tê wekî wana li hev bîne. Navê wî carna datînin rex navê Şêx Adî û Şêx Şems. Carna dibêjin Şêx Mend Padşah. (19:159-160)”

 

Piştî mîtolojiya Êzdiyan, Şerefxanê Bidlîsî jî di derheqê Şêx Mend de weha dibêje : “Di destpêka sedsala sêzdehan (1200) de (3:201-)”,  “Fermanrewayên mezin ên Al-i Eyyûb, eleqeyek zêde didine Şêx Mend û  wî dikine mîrêmîran ên hemû kurdên li Şam û Helebê. Nav û dengê Şêx Mend li nahiya Quseyrê ya nêzîkî wilayeta Antakyayê roj bi roj belav dibe. Bi vî awayî rutbeyên herî bilind ên eskerî û îdarî jê re hatin dan. Bi vî awayî ji her milî ve kurdan berê xwe dan balê; ji bilî vê, kurdên li aliyê Cum(EFRÎNÊ k.t) û Kilîsê rûdiniştin jî hatin û ketin bin siya parêzgeriya wî..(1:250)”

 

“Kurê Şerfedîn, Zeyneddîn Yûsuf hatiye li Şamê bicîh bûye û çûye gundê Beyt Far ciyê bavûkalan. Dûre Zeyneddîn Yusuf ji virê diçe Kahîrê û li wirê di sala 1297 de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî mirina Zeyneddîn Yusuf, êdî kurê wî Îzzedîn desthilatdariya bavê xwe dimeşîne. Îzzedîn bixwe jî di sala 1330 de ji aliyê sultanê Misrê ve têye hepiskirin û di zindana wan de diçe ser dilovaniya xwe . (11:59 û 12: 15)”

 

Em dibînin wexta nivîskarê tirk Evliya Çelebî di sala 1640 de bi apê xwe Sadrazam- Mustafa Paşayê Osmaniyan re dertê seferê, ewî hingê êrîşên ser herêmên Êzdiyan bi çavên serê xwe dîtine. Lê Evliya Çelebî, di “seyahatnama” xwe de gelekî bi neqencî bahsa Êzdiyên hingê dike û carekê ji mecburî dibêje: “Yezîdî jî weke Mervanî, Tiyamanî, Hobarî, Marûfî, Zeydanî, Durzî û whd. ê li derûdora çiyayên Şam-Trablusê belabûn.(2:156). Dema Sultan Tîmur Han (yê ku di sala 1394 de herêmên Kurdistanê wêran dikir û xesareke mezin dida hemû kurdan –6:46- k.t.) bihîstiye ku xelqê li Şamê dimîne tevde Yezîdî ne, ew hatiye Şamê û hemû Yezîdî, Durzî, Tiymanî û Mervanî hatine xwe avêtine Sultan Tîmur Han. Her Xwedê tenê zane bê ewan çiqas mal û pere ji Sultan Tîmur Han re anîne. Li gorî gotina Tuhfe; şêş hezar pirîketên zêr, şeş hezar pirîketên zîv yên ku heryekê giraniya wan weke 10 okka (giraniya okka yekî = 1283 gr bu .k.t) giran, heşt barên hespan û şazdeh barên hêstiran bûn. … ber dewam (2:316 û Binêre li 11:93-96 ) .”

 

“Wexta Yavuz Sultan Selîm di sala 1516-7 de leşkerên artêşa Misirê şikandin, ewî desthilatdariya herêma Halep û Şamê xiste bin destên xwe. Di vê demê de Îzeddîn begê Êzîdî -neviyekî  şêxên Êzdiyan-1:251- û ji binemala Şêx Mend.e  k.t-) serokê mîrgeha herêma Kilîsê bû.(11: 87-88 û 7:295)”

 

“Ji dewrana siltan Salehedînê Eyûbî, heta hatina Osmaniya sala 1516 a malbata Şêx Mend û malbata Şêx Bekir(ji ber ku ji malbata Şêx Mend kesekî usan nema mîrtiyê bike, mîrtî kete destê binemala Şêx Bekir û ewî heta sala 1530-î mîrtî kir.19:111), ku herdu jî êzdî bûn mîrtiya devereke mezin dikirin, ku Kilîs, Maraş, Hema û Malatiya jî diketine nav. Siltan Selîm dema êrîşî çerkezên Misrê kir, wî hevaltiya serokên êzdiya, bi taybetî mîrê Kilîsê Qasim xwest, ku ji binemala Şêx Mend bû. Piştî serketinê wî serokên kurda, ku piştgirina wî kiribûn, vexwandine Îstembolê. Mîr Qasim û kurê wî Canpolat jî di nav vexwandiya da bûn.

 

Siltanê Osmaniyê mîrgeha Kilîsê da Canpolat, ku heta sala 1564-a mîrtî kir. Ji wê dewranê da ew mîrgeh bi navê Canpolatiya hat naskirin. Piştî Canpolat kurê wî, Cefer Beg bû mîr û çar sala mîrtî kir. Pey Cefer beg ra dutîretî kete nav malbata Canpolat. Kurê Canpolat Hebîb beg derket. Ew çû Kilîsê pareke deverê kire bin destê xwe, derê girtîgehên bavê xwe gişkan vekir û girtî aza kirin. Paşê wî ew şandin bal siltan , wekî giliyê birê wî bikin. Lê siltan piştgirtiya Hisên beg kir. Sala 1001 koçî(1592-93z) bi fermana siltan navê paştiyê dan Hisên beg û ew bû Hisên paşa.(19:111)”

 

“Çiqas jî hinek malbetên Durzîya, yên bi nav û deng pêşîyên xwe ereb dibînin, lê bi zaniyarî hatiye mak kirin, wekî eşîrên Men, Cunbûlat, Arslan û gelekên mayîn bi koka xwe va kurdin(Philip K. Hitti,rûp.21.). Navê eşîra Cunbûlat ji navê Canpolat tê, ku ji malbeta Şêx Mend e.(19:96)”

“Colbert’e, wezîrê maliya(derayiya) Fransa yê, hêja di meha nîsanê ya sala 1670 an de bahsa hevkariya bi Êzdiyan re dike û soz dide ku, çi gava dujminên kiraliyeta Fransayê êrîşî ser hêzên Fransayê bikin, ewê hingê ji nava Êzdiyan 30 hezar merivî ji bo alîkariyê bişîne.(11:102)”

 

“Konsolosê Fransayê Joseph Dupont Cizvit, bahsa têkiliyên xwe yên bi Êzdiyên li Cebel Sem’anê re berdewam dike û diyar dike ku gava Marquis de Nointel, niwêner(elçî)ê dewleta Fransa yê di sala 1674 de hatiye mêvaniyê, ewî bi reîsên Êzdiyan re civînek çêkiriye.(11:106)”

 

“Civata Êzdiyên li rojavaya Helebê û li derûdora çiyayê Cebel Sem’an ê nasnama xwe hêjî (sala 1875) parastine û gelek geryokên xerîban jî hatine li wan bûne mêvan. Merivên di van gundan de dijiyan, mecbûrbûn herine eskeriyê. Piraniya kesên ku dişandine leşkeriyê, diçûn nava garnîzona li Yemenê û çiqasên ku diçûn leşkeriyê jî qet venedigeriyan. (Binêre li nama 11:241)”

 

Wekî ku di hinek berhem û lêkolînên dinê de jî xwanê dibe (Binêre li çavk.:3, 8, 9, 10 û bi taybetî jî li wan name û çavkaniyên ku di çavkaniya 11 an di rûpelê: 85 heta 113, 232 û 241 an de hatine kifş kirin), ji destpêka sedsala 17 an heta dawiya sedsala 18 û 19 an gelek dîroknas, lêkolînvan, niwêner(elçî) û baylozxan(konsolos)ên welatên rojava (Ewrupa) yê jî hatine li Êzdiyên Cebel Sim’an (EFRÎNÊ) bune mîvan. Geleka ji wan di berhem û namên xwe de bahsa sedemên mîvandarî, hevkarî, astengî û zordariyên Êzdiyan kirine û diyar dikin ku kesî zû bizû nikarîbûye reîs û begên Êzdiyan bi qelibînine ser dînê Xirîstiyanî û Musilmanetiyê.

Wêne :27

Êzîdînas û nivîskarên Êzdiyan

(Eskerê Boyik, Pîr Xidir Suleyman

û whd.) vêga hêjî zindî dibêjin ku,

yek ji wan Tawisên sembolê

Êzdiyatiyê ji bo Êzdiyên li

derûdora Helebê (EFRÎN, Hama,

Kilîsê, Tirbespiyê, Qamîşlo,

Amûdê û heta herêma Serê

Kaniyê) diman hatibûye ve

qetandin û lewma hêjî li

Lalişê navê wê Tawisê

“ Tawisa Helebê” ye.

 

 

Li gorî di nivîs û agehdariyên ku Mala Êzdiyan ya li bajarê Oldenburgê de hatiye kifşkirin; “hêjmara malbatên Êzdiyên li bakurê Sûyriyê yên heta sala 1990 hêjî  12 232  aîle bûne (yanî li derûdora Amudê: 2178, Qamîşloyê: 2251, Ras al-Ain:2354 û Hassaka: 5444 neferên Êzîdî hebûne.(4:2)“  Vêca, ka hêjmara Êzdiyên li Sûriyê çiqas e ?. Ev jî valeyeke û ciyê lêkolînê ye.

 

Herêmên Êzdiyan yên hêjî li derûdora wîlayeta Hessekê  ev in:

 

  1. Herêma Tirbespiyê (Nr.:1.Al-Kahtaniye) û Qamîşlo (Nr.:2.Al-Qamihslî)
  2. Herêma Amûdê (Nr.:3.Amudeh)
  3. Herêma Hasakah (Nr.:4. Al-Hasakah)
  4. Herêma Serê Kaniyê (Nr.:5. Ras al- Ain)

Wêne: 28

 

ÊZDİYÊN Lİ HERÊMA TİRBESPİYÊ Û QAMÎŞLOYÊ Lİ VAN GUNDAN DİMAN

 

Navên gundên wan ev in :

Eşîrên lê diman : Li gorî çavkanî 3. Rûp.:194

Li gorî ser xerîta çavkanî 4.Rûp.:19.  Nr.: Li gorî çavkanî 3.Rûp.: 194 Ji eşîra Hewêrkan

Çend

Mal in ?

Xwedanê wan
1 Mizgeft 3a Mizgeft Dasikan
2 Gurkê Şamo 5b Gurkê Şamo Behcolan 5
3 Otelce 5a Ulticiyê Kîwaxî 25
4 Calhumiye 2 Selomiyê Efşanî
5 Tall Xahtunk 4 Tell Xatunk Behecolan
6 Ala Reş 6      
7 Mel Abas 3b      

„Piraniya Êzdiyên ji eşîra Hewêrkiyan û hinekên ji eşîra Hesenan di wexta serhildana kurda ya sala 1925 de şikestiye , hatine vê herêma Qamîşlo û Tirbespiyê.(3:194)“

ÊZDİYÊN Lİ DERÛDORA AMÛDÊ Lİ VAN GUNDAN DİMAN

 

Navên gundên wan ev in :

Eşîrên lê diman : Li gorî çavkanî 3. Rûp.:194

Li gorî ser xerîta

çavkanî 4.Rûp.:19.      Nr.:

Li gorî çavkanî 3. Rûp.:193-194 Ji eşîra

Şerqiyan

Çend Malên ?

Xwedanê

wan

1 Til Hişk 29 Tell-Asq Hadiyan 10
2 Kerengo 34b Kerengo Su anî 25
3 Merkeb 31 Merkeb Su anî 30
4 Xerbê xweh 28 Xerbê xweh Su anî, Turunan 15
5 Kulyê 30 Qulî Dinaî 15
6 Cetele 36 Çetel Dinaî 50
7 Dugerkî 35 Du Gûr Su anî, Dinaî 25
8 X. Xezal 27 Topo Su anî 10
9 Kislacuk 33 Ayn Afar Dinaî 15
10 Gondor 34a Qizil Açox Dinaî 20
11 Xerbê Feqîra 32

Soxan

Belluxan 30

ÊZDİYÊN YÊN Lİ DERÛDORA  HASSAKAH Lİ VAN GUNDAN DİMAN :

 

Li gorî ser xerîta çavkanî : 4. Rûp.:19.
Navê Gund Nr.:

Navê Gund

Nr.:
Xirbê Xidir 7 Tell Teyr 15
Tell Tewil 8 Gumar 16
Suleymanî 9 Gumar Garbi 17
Tolku 10 Tell Eswed 18
Zediye 11 Mahmudiye 19
Berzan 12 Anteriye 20
Jidale 13 Morik 21a
Jidaide 14 Al Nasiria 21b
Li gorî ser xerîta çavkanî : 4. Rûp.:19.
Navê Gund Nr.:
Khirbe Cemal 22
Awgira 23
Heşerî 24a
Mehek 24b
Mozko 24c
Xirbê Dîlan 25
Bor Said 26

ÊZDİYÊN Lİ DERÛDORA  SERÊ KANİYÊ Lİ VAN GUNDAN DİMAN

Li gorî ser xerîta çavkanî : 4. Rûp.:19.
Navê Gund Nr.:

Navê Gund

Nr.:
Asadiye 37 Şakariye 42a
Tell Sekher 38 Lizga 44b
Tell Bayder 39 Cafa 43
Merekis 40 Derdara 44
Can Temir 41 Teleliye 45
Abu Jarade 46 Tell Naif 47
Xirbê Batana 48 Tell Xanzir 49

ÊZDİYÊN Lİ DERÛDORA HELEB Û EFRÎNÊ(Cûmê-Cebel Sim an)

“Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jê re hin caran KARDİYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jê re gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jê re gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrîtiya Mand yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mand, ji bakurê bajarê Hemayê heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî. .(18:Malpera Efrîn) ”

“ Di havîna sala 1994 de Şêx Husên, yê ji gundê Xezîwê dibêje: Êzdiyên li kurdaxê li van gundan rûdinên û jimara wan weha ye;

 

Navên gundên Êzdiyan yên ku li navça Şikaka ( Nahiya Şera) ev in:

 

Navê gund Gund çend mal e ?
Qestela Elî Cindo 120 Hemû Êzîdî ne
Baflûn 70 Hemû Êzîdî ne
Qitmê 70
Şînka 14

Navên gundên Êzdiyan yên ku li navça Cumê ev in:

 

Navê gund Gund çend mal e ? Navê gund Gund çend mal e ?
Feqîra 100 Hemû Êzîdî ne Çeqela Cumê 10
Xezîwê 60 Îska 10
Qîbarê 50 Endarê 10
Turundê 20 Aşka Şerqî 6
Şadêrê 10 Keferzîtê 5

Navên gundên Êzdiyan yên ku li navça Şêrewan ev in:

Navê gund Gund çend mal e ?
Basûfanê 130     Hemû Êzîdî ne
Kîmarê 10
Gundê mezin jê  

Li kurdaxê cîhên Êzdiyan yên rêzdar û pîroz ev in :

Navê cîh Li kûderê ye ?
Şêx Berekat Li başurê gundê Xezîwê ye
Çêlxane Li başurê gundê Qîbarê ye
Parsa Xatûn Li gundê Qestela Elî Cindî ye
Şêx Hemîd Li gundê Qestela Elî Cindî ye
Şêx Rikab Li gundê Şadêrê ye

 

Di tevaya waqas gundan de dora 600 – 650 malên Êzdiyan hene. (16: Rûpel: 207-211)”

ÊZDİYÊN KU Lİ DERÛDORA HELEBÊ Û EFRÎNÊ DİMAN

 

 

Eşîrên lê diman

Çend Malên

  Navê Gundan

ev in :

Ji Binemala Ji Xwedanê Êzîdî Musilman
1 Qestel Dinadî

Reşkan (Feqîran)

Şêxu Bekirî

Şêx Mendî

51

3

2 Sinkellê Dinadî

Şêxu Bekirî

20 80
 

3

Bafîlûn Dinadî

Reşkan (Feqîran)

Şêxu Bekirî

Şêx Mendî

7
4 Qatme   25 40
 

 

 

5

Erşê Qîbar Reşkan (Feqîran)

Dawûdiyê(Feqîran)

Mala Xidir (Feqîran)

Mala Qaso (Feqîran)

Çavreşika  (Feqîran)

Kaçaniye (Feqîran)

Xalitî (Feqîran)

Şêx Mendî

Şêx Hesenî

Şêşimsî

Şêx Hesenî

Şêxu Bekirî

Şêxu Bekirî

Şêx Hesenî

 

 

 

55 – 60

 

 

 

30

 

 

6 Turunde Şerqiyan (Feqîran)

û çend malên

Şêxu Bekirî

Şêx Mendî

15 15
7 Jdêdê Feqîran

Şêxu Bekirî

4 – 5  
8 Basûta ?

Şêşimsî

2 50
9 Kimar Xalitî

Şêx Hesenî

20 20
10 Borc Evdala Reşkan (Feqîran)

û çend malên

Şêx Mendî

Şêx Fexredînî

20 25
11 Bira Êzdiyên qelibî

Şêx Mendî

7-8 15
12 Kefir Zêt Pîrê Behrî ne

Şêx Hesenî

20  
 

 

13

Karabaş Xalitî (Feqîran)

Reşkan (Feqîran)

Şerqiyan (Feqîran)

Çend malên

Çend malên

Şêx Hesenî

Şêx Mendî

Şêxu Bekirî

Şêx Hesen

Pîrê Omer Xalîd

 

 

30

 
 

 

14

 

Xezewiyê Xalitî (Feqîran)

Reşkan (Feqîran)

Çend malên

Çend malên

Şêx Hesenî

Şêx Mendî

Şêx Hesenî

Şêx Mendî

 

15

 

20

15 Şêx Xidir Reşkan (Feqîran)

Çend malên

Şêx Mendî

Pîrê Eslanika

12 Çend mal
16 Îskan(Êzdiyên qelibî) Xalitî û Êzdiyên qelibî Şêx Hesenî 2-3 gelekin
17 Celkan

(Êzdiyên qelibî)

Reşkan (Feqîran)

Êzdiyên qelibî

Şêx Mendî

 

2 gelekin
18 Bi’ê(Êzdiyên qelibî) QopanîReşkan (Feqîran) Şêx Nasirdîn Şêx Mendî 2 gelekin
19 Bosûfan Şêxên Şêx NasirdînŞêx Mendî 20 2
20 Kibêşîn Qopanî Şêx Nasirdîn 5-6 Çendmal
21 Farfatîn (Êzdiyên qelibî) Qopanî Şêx Nasirdîn Berî pênc sala 5 tev
22 Kefirşîn (Êzdiyên qelibî) Qopanî Şêx Nasirdîn Berî çend sala 20 tev
23 Gundê Mezin( Zoq el Kebîr) Şerqiyan Şêxû Bekirî 25 10
24 Başemra Qopanî Şêx Nasirdîn 4 10
25 Borc el Qas ? Şêxû Bekirî 10 1

 

Çend navên gundên Êzdiyan ku li derûdora Kilîsê diman ev in:

Mehrevi

Burc-ul Qaz Baskal
Abu Kaab Kifrmazin Kifr Yezîd
Kevkeb Qatmî Qastal Arşuqikar

Navên gundên Êzdiyan ku li derûdora EFRÎNÊ ne ev in:

Gundên ku Feqîr lê diman: Kimar, Basufan , Bavlovan û  Qeza El-Ma’ara, Azez, El-Cevme.

Hêjayî gotinê ye, di salên 1950 de 40 gundên Êzdiyan ku li derdora qezên di nava  Suriyê  de bi tevayî qelibîne bune Musilman. (5 : 272 – 273) »

 

“Navên eşîrên Êzdiyan yên li derûdora Heleb, Azaz û EFRÎNÊ diman ev in:

Dinadiyan Dawidî Kaçanî
Şerqiyan Reşkan. Xalitî

(3:196-213)”

“Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd.. Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimiliyan û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye. Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in.(18:Malpera Efrînê)”

« Zilm û zordariya ku li kurdên Êzîdî dibe, ji ya kurdên Misilman du cara zêdetir e. Qedexekirin di jiyana van kurdan de ji hemû aliyê ve rû dide û dibe kelemekî mezin di riya pêşveçûnê de.

Di warê civakî de, komara Sûriyê timî hewil daye, ku civata Êzdiyan ji hev cuda bike, da qena tu têkiliyên xurt di nav wan de çê nebin, lewra avakirina komele, navend û civat di bin çi navî de bin, qedexe ne. Çi pirsgirêk di nav Êzdiyan de peyda bibe, gereke di bin çavdêriya organên parastinê de werin çareserkirin.(Heger çareser bikin ?).-Çavk. :17 . Rûp. :71-72 »

Belê, em dizanin û ji bîra nekin, hemû netew û dewletên ku Kurdistan dagirkirine, naxwazin tucara meriv di derheqê Êzdiyan de tiştekî rast bizanîbe. Dagirker û Paşweruyan gelê Kurdistanê yê herî kevnare di nava xwe de helandin û ew mecbûrî koçberiyê kirine. Ji bo ew dikaribin cî û warên Kurdên Êzîdi li hev parebikin û şopa hebûna Êzdiyan tam wenda bikin, ewan hemû qanûn û nîzamên xwe li gorî menfêatên xwe çêkirine, lewma jî çiqas navên gund û paşnavên Kurdan hebûn qedexe kirin, çi mulkê Êzdiyayî hebû, tev ji destên Êzdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî çirandin û bi sedan gundên Êzdiyan li hev parevekirin.

Her weha weke ku ez dibînin, êdî kesek di nava me Êzdiyan de tûne ku dikaribe di derheqê hêjmara Êzdiyan de agahdariyeke rast bide. Gelek ji van agehdarî û tiştên hatine yan jî têne gotin, tenê gumanên evdan e.

 

Bila xwandevanên hêja min afubikin:

Gelek ji we dizanin ku ez ne ji başûrê rojavayê Kurdistanê me û min ev herêmên Êzdiyan nedîtine. Ji ber vê yekê jî, ez mecbûrbûm ku di hinek cîhan de nav û bajarên Kurdan weke zimanê xwediyê nivîs û gotarê binivîsînim.

 

Çavkanî:

  1. Şerefxanê Bidlîsî, ŞEREFNAME, Tarîxa Kurdistanê ya kevn 1579, Wergera kurmanciya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê.
  2. Evliya Çelebî, Seyahatname Kitab I- 1648, Hazırlayan İsmet Parmaksızoğlu, Başbakanlık Basımevi – 1982 Ankara.
  3. Roger Lescot, Yezidiler-Tarih ve Toplumsal hayat, Din Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri-, 1938. Fransizcadan Çeviren : Avesta Yayınları, 2001.
  4. Yezidischen Forum e.V. -Stellungnahme zu der Situation der Yeziden in Nordostsyrien-Oldenburg- 2000 .
  5. Faik Bulut, Ortadoğu’nun Solan Renkleri – Bedeviler, Çerkesler, Nusayriler, Dürziler ve Yezidiler.- Berfin Yayınları 2002.
  6. Hasan Arfa, Kürtlerin Kısa Bir Tarihi, TRT-DIŞ Haberler Müdürlüğü hizmete özel 1998.
  7. Etem Xemgîn, Kürdistan Tarihi Cilt-II, Agri Verlag-Köln 1991.
  8. P. Perdriezet, Documents du XVI eme siecle relatifs auf Yezidis; Bulletin de la Societe geographique de l’Est, 1903.
  9. Michel Febvre, Theatre de la Trqui ; Paris, 1682.
  10. R.P. Lammens, Le massif de Djebel Sim’an ete les Yezidi de Syrie; Melanges de l’ “universite de St. Joseph ; Beyrut, 1906.
  11. John S. Guest, Yezidilerin Tarihi . Avesta Yayınları- Köln 2001.
  12. Erol Sever, Yezidilik ve Yezidilerin Kökeni . Berfin yayınları – Istanbul 1993.
  13. Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi kurtebirî-Enstituya Kurdî ya Brukselê 1995.
  14. Kemal Tolan , Kovara bingeha Laliş hêjmara:17 -Dihok 2002
  15. Bedelê Feqîr Hecî, -Bawerî û Mîtologiya Êzdiyan, Kurdistan. Dihok 2002. Rûp.:167-168.
  16. Kovara bingeha Laliş hêjmara:16: Rûpel:207-211.
  17. Tariq ê Ahmo,- Kovara Hevgirtin, hêjmar:36 Rûp. :71-72 . Çiriya pêşin 2000.
  18. Mustefa Reşîd, -Malpera ( http://www.efrin.net/efrin/index_he.htm )
  19. Tosinê Reşit, Êzîdîyatî-Oleke hê jî ne naskirî- rûpel:159-160. Weşanên Roja nû.2004
  20. http://www.peyamaazadi.com/modules.php?name=News&file=article&sid=338

 

* Binêren reseniya vê lêkolîna min niha hêjî di

http://www.rojava.net/18.07.2005_K-Tolan_ezididirojava.htm de dalqandiye !

 

 

Kemal Tolan, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê

10.08.13

 

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi