
Êzîdi wekî xweya ola her ya kevnara di rojhelata navînde , her jiber wê yekê heta niha gelek tîtalû rewştên şaristaniya mezôpotamya linav wan peyda dibin .Li gor dîrokê êzîdi çendîn çaran tûşî firmanu şeru nexoşiyan bûna û gelek qûrbanî dana li pêxemtî da hertim rewştên xwe yên olî ji nekanu bên parastin heya roja îro. Çihê wan yê olî perêzgeha lalisha nuraniya li başurê kurdistanêya . Li gor baweriya ola wanû pêzanînên ma ev çejna zor ya kefna bizehmat bikarîn bêjîn yakîş damiya , lê rastîya wê vedigerêt bo hemu çejnêt êzidiyan li damê mîtrayan u sumeriyanu babilyan , anku bo damê wan xudawendên pîrozên xozayên kevinn û girêdane wan li gel koka jîyanê weka Rojê yan Heyivê – Steran –Agerî … . jiber hindê em dikarîn bêjîn çilê haviynê ya girêdaya bigermatiya rojêveu pila germatiyê li ser qûtu berhemê salê li van çil rojan da , di bijnê çileger ankû her çil roj germtrîn rojin di haviynêda . lê li vira ya gerng boma ewa ka çawa jimara 40 buya tiştek balkêş di hemu olên dûnyayên da , heta neha ya berdewama heya îro diçila miryanda û Roje daykbûna zarokan da . liver min divêt bêjm zimanê însamî zor gernga bo şexsê însanê û behayê wî li nave miletî da dema gotena başu xerab ji davî dartêt , jiber hindê sebeqa qewulê êzidiyan hatiya goten bihevra girêdedet zimanî û jimara 40 lê , dema kerm dikatu dibêjît ;
Hinçîyê hukim kir li zimanî
Wê boriya li ber rehmanî
Wekî çil çila wî miçahida hilanî
Di ola ezdayîda gelek çaran û bigelek rengan jimara 40 hatiya gotena wekî çila miryan – çila daykbûna zarokan – çilê haviynêu yê zistanê her wesa hatiya her kesê bivêt li mala Şêxadî bimînetu bita xizmetkar pêdivîya çila (gerbit) eva jî şertu merça ji bo mane wê li lalishê . livir pisyar têkirn pîroziya 40 lê li çem êzidiyan ji ber çiya ? ji kor hatiya nav ola ezîdiyan ?
Li gor mîtôloçiya ola êzidiyan hatiya gotin çara yekemîn li ser zimanê pêxember ( Nûh ) bu , di çîroka tufanêda ya hera navdar li çim hemu olên dûnyayêda û bigotina wekhevîu nêzîk bûn têgotin . lê liçim ola êzidiyan hatîyau dibêjît Nuhê pêxember başterîn kesbû çakê xudêbû li wî demê de , lê xelkê dî tirsa xudê didelda nemabû her wesa bêwijdanîu zilmu zordarî û neheqî pir belava bu linave miletîda . Her wekî hatiya goten yezdanê dilovan emer kir evan însanan jinav bibat birêka baran barînêu ava tufanê , ji ber wê zilmû neheqîya xelkî li erdê xudê . Her wekî ma gotî Nûh pêxember çakê xudêbû linav xewna xwe dît ev fermana xudêu ew tufane . jixwira fekrî jimiletra bêjit , rabû milet li çem xwe komkir gotê baranek dêhêt bêhisêb xelik hemu liber avê dêçît dêbita dawiya jîyanê li ser rûyê erdî lê pştî 40 Rojên din . Wekî hatiya gotin difelisfa ola Êzidyan da Nûhî paporek dirûstkir bidastê hostayan ji hemu xûlyaqetan xestin navê çî însan yan heywan , da tovê jiyanê her berdewam bimînit . Dam hatû çû dîyar nebû got pştî 40 heftên din , dîsan çû diyar nebû , got pştî 40 mehên din her çenda ji layê miletîva bûya çihê gomanêu na baweriyê , li dawîyê got 40 salên din . Li nave milet belavebû jira digotê pêxember Nûhê bêbawerî , qed îmane milet bitufanê nema . Heta salên xudê temam bûn nîşanên tufanê dîyar bûnu baraneka zor hat li damê çil rojanda bê rawestan , bilnd bûna avê gehşta 40 gezan li ser ruyê erdî , pştî vê hemûyê bayekî bihêzu barofe li damê 40 Rojan hat ewbû bireza xudêu ferwara wê evhemu hat xewarêu çû linav erdîra , çarek dî papora Nûhî vegre ser rûyê erdî . Çîroka tufanê dirêja , lê livira ji mira xewya dibit kû jimare 40 ji demê pêxember Nûhve hatiya linav mîtoloçiya êzidiyan, wekî xweya hatiya digotenin serdefde dibêjin Nûh pêxember li lalish maye damê Deh salan rojêm çilê havînu sistanê girtîna linav şekefî digotê ( Çilaxana ) . Her bozanîn heta nihajî binavê wî tê naskirn , lê pştî hatina Şêxadî bixêr bo lalishê gelik gorîn bixova dîten jira digotinê çilaxana Şêxadî . Her wesa navê evê çejnê jî kira çejna Şêxadî . li vê çejnêda berî roj biçît ava ( 366 ) çira hildikenu vêdixên li gor jimara rojên salê .
Gereka em ji bîr nekeyin gelik mêjwunasan gotina jimara 40 ji demê ferhûnan hatiya ankû damê misra kefenda çûnkî wane miryên xwe 40 rojan bin ax nedikirn ligor bawerya wan ya jiyanê digotin ruha însanan ta 40 Rojan libin danû standina yezdanê dilovan daya , Libanda dadgeha xudawendiya . Ta neha Jî maya li çem hemu olû miletên dûnyayê weku roja xêrkirnê ji bo miryan.
Hatina çejna çilê haviynê dikefî te 31 temûzê heta 2 Augustê li gor hisêba rojava anku 13 Roj derbaz dibin dêbita 1 meha rojhelatî . berî vê çejnê çilegir 40 rojîyan digrin li male Şêxadî li nav germa haviynê da . Ew kesê rojîyan digrin Baba Şêxa û çêvata rohaniya – ew kesên li mala Şêxadî her dam akinçîna wekî xilmatkaran û xoşkestîyên lalishêna – her kesê xêrxiwaz ji bivêt ji xôra xêrê bikat dikarît bigrit . Li gor baweriya olî ew rojîna ne lazima liser tevaya êzidyan , belku tinê girêdayî lalisha nuraniya , ji ber hindê çejin tinê li lalishê tê gêran bo demê sê rojan . Berî çejnê bi rojekê Şêx yan Pîr qesta ber lalishê diken û hazirya xwe ji mirîdên xwera dikat bi goştina serbirekê da roja çejnê li tevaya mirîdu kesên hazir bilava bikat . Dikarîn bêjîn hatina êzidiyan bo çejnê birengek zor qesta lalishê dikan . Her li van salên dawyêda rêja êzidyan ji derveyî iraqê ber bi zêdabûn çuya nexasma pştî sala 1991 . Dikarin bêjîn piştî baş bûna rewşa emnî li kurdistanê qayim bûyî . Hatina gelê êzidiyan bo lalishê jira dibit heçkirin ji layekîva , her wesa kobûneka çivakîya bo xûrt bûna bawerya ôlî ji layekîva , ç ona wan boser gorê babkçakên ôla êzidyanu çihên pîrozên wekî kaniyspî û zimzima Şîxadî – mizarî Şêşimu ….
Li roja çejnê serê subê serokê çivate rohanî ya ola êzidyan Baba Şêx li gel çôqa xwe ya olî mîr tahsîn bak u pêşîmam – Babê gavan – Babê Çawîş – Şêxê wezîr – Mîr hac û komeka nasyarên êzidyan lihev diçevinu çejna hevdwû pîroz dikenu Pştî hingî qesta ber Babçakan diken . Tê zanîn liber her mezargehakî jire dibêjn ( xûdan) serbirek tê serjêkirn deken( Simat) . Ewjî ewa têt durstkirn ji goştu şîro u genima li ser xelkê belave diken . Her wesa liher sê rojên cêjnê Sema têgêran , ewji ewa weka reqsa oliya ji layê heft zanayêt oliva têt gêran liber dangê def û şebaba û gotina qewlû medhê xudê li nava mileda . Eva ji wê radigehînt nîşana heft firştaya anku milyaketaya . Her bozanîn ev Sema li demî sûmirîyan jî hebu di hatgêran jilayê oldarenva di hemu salande . li dawyê es evê çejnê li tevaya gelî êzidi pîroz dikem , bitayîbet li çilagrên mala Şêxadî , heviy darm ev çejna hersal bisermeda bihêt bixêru xoşîu saxu selametî bo tevaya gelê maû xêrxwazan .
Tariq Heso
2013-07-28
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
