November 21, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Merwan Raşho..GELO PAŞROJA ÊZDIYAN BI BER KURE DIÇE!?

GELO PAŞROJA ÊZDIYAN BI BER KURE DIÇE!?

Li gorî em di şopînin,,gelek caran ketin û rabûn çêdibin.Lê wek xuaye em jibo demê ne bi organîzekirîne,em gelekî ji hev bela welane,em gelek serîne,tifaqa mmme ne xurte,ma ev berpirsiyarî divvê kî pêk bîne,bê guman dema kû mirov rewşê ji nêzve lêkolîndike,elbete ev wezîfe dikeve ser milên civakê,rewşenbîra,sîyasetmedara,zanyar,heyeta ruhani,,mal,komel û rêxxstinê êzdiyan!

Dema kû em li dîrokê dirênin dîroka me gelekî dewlemende,îrojî gelek sazî,rêxstin û zanyarê me hene,wek pêşiyajî digot dinya dem û dewrane,raste heger dem û dewran li êzdiyan vegerin.Wê çaxê êzdî karin li xwe vegerin.Kû li kurdîstanê azadî çêbive,kû êzdî karibin azad xwe bi rêxstinbikin.Azad bijî wê demê pêşketinê mezin karin werin pêkanîn,di heman demêde divê li gorî hejmara êzdiyan,mafên wanî ewlekarî,aborî,siyasî û civakî bidin wan! Divê êzdî li bajarên kû lê hakîmin xweseriya wan were dayîn,ma gelo qeyî ew dem nehatiyye êdî êzdî bi xwe,xwe îdarebikin û bi rêvebivin!? Girînge êdî êzdî ji qedera xwere neyên terkkirin.Pêwîste pişgirtina wan were çêkiri jibo kû êdî ew bi xwe paşeroja xwe xweyî derkevin!?…

 

JIBO VÊ YEKÊ

1.Divê li her çar perçên kurdîstanê mafên êzdiyan were naskirin?

2.Pêwiste êzdî li ser esasên nasnama xwe,xwe temsîl bikin?

3.Girînge li gorî herêmê wan îdar û ewlekariya xwe pêkbînin?

4.Mafên êzdiyan ê xwe rêxstinkirin û perwerdê were naskirin?

5.Jibo yekîtiya êzdiyan hemû perçan xebatên mezin werin çêkirin?

6.Pêwiste pêşiya koçberiyê ji hemû perçan bigirin?

7.Divê lobiyê mezin jibo parastina êzdiyan werin çêkirin?

 

 

Divê di serîde hemû kesên berpirsiyar,mal,sazî,rêxstin.akadmîsiyen,heyeta ruhanî,ciwan,civak û dostên êzdiyan li wan xweyî derkevin.Divê sedsala 21 yekêde,kû em di dema teknolojiyê ya herî pêşketîde jiyandikin.Heger hemû kesên berpirsiyar kû li ol,civak û neteva xwe xweyî dernekeve,ê paşroja me gelekî bi zahmet be,li cîhanê gelek dewlet hejmara wan wek ya êzdiyan tine lê dewletin.Û hemû îmkanê wan hene,heger em êzdîjî li xwe xweyî derkevin em karin bivin xwediyê gelek derfetan!

 

Hem li hemû perçên kurdîstanê û hemjî li diyaspora gelek deskeft û îmkan hene êzdî jê maf bigirin.Ev berpirsiyarî jî ya hemû berpirsiyar û saziyên êzdiyan û deskeftê kurdîstanêne!?Ser van îmkan divê tifaq û yekîtiyek mezin were çêkirin.Divê ji nan û av ferztir xwe bi rêxstin bikin.Hemû derfet û tecrûbê xwe jibo welat,ol û civaka xwe bi karbînin,jibo kû em karibin paşroja ol û civaka xwe bi destêxwe hibêzbikin!?…

Merwan Raşho

merwan3@web.de

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi