Çekdarên PKKê li Duhokê êrişî hêzên Pêşmerge kirin
Çekdarên PKKê li devera Amêdiyê êrişî hêzên Pêşmerge kirin û pêşmergeyek birîndar kirin.
Qaymeqamê bajarokê Amêdiyê, Warşîn Selman ji BasNewsê re ragehand, îşev çekdarên PKKê li nahiya Kanî Masî ya bajarokê Amêdiyê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de pêşmergeyek birîndar bû.
Vê êvarê jî çekdarên PKKê bi mûşekan li gundekî Amêdiyê dabûn, di encamê de 2 zarok şehîd bibûn û yek jî birîndar bibû.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî