Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir
BasNews– Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejine ji bo hemî Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeka nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzîdî hemû cejin û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.
Cejna hewe pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşî
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî