July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dr. Cotyar Adil: Civînên şandeya hikûmetê li Bexdayê encamên wê yên baş heye

Dr. Cotyar Adil: Civînên şandeya hikûmetê li Bexdayê encamên wê yên baş heye

BasNews – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê çend civînên giring pêkanîn û encamên wan civînan jî baş bûne û dibêje em li bendê ne ew xalên ku nakokî li ser heye, li gel Bexdayê di wan xalan de bigehin lihevtêgeheştinekî hevbeş.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragehand: ‘’Duh û îro şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 civînên giring pêkanîn. Civîna yekem li gel Wezareta Nefta Iraqê bû û di wê civînê de behs li ser bingehê serekî yê yasaya neft û gazê hate kirin û şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêrîna Herêma Kurdistanê ya derbarê projeyasayê de aşkera kir û piştre gotûbêj derbarê wan bingehên serekî hate kirin ku di yasaya neft a Iraqê de cîh bigrin.’’

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Îro jî şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîn li gel aliyên pêwendîdar ji bo darijandina xalên dawî yên budceya Iraq a federal a sala 2023yê û gotûbêj li ser mijarên serekî hatin kirin. Lihevtêgeheştinekî baş jî hebû û piştre gotûbêj li ser wan mijaran hate kirin ku pêwîstbû di wê budceyê de bên bicîh kirin.’’

Dr. Cotyar Adil got: ‘’Her îro şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana desteya deriyên sînor a Iraq a federal kir bo behs kirina li ser bilind kirina asta hemahengiya navbera herdu aliyan a derbarê terîfeyên gumrik û hemahengiya baştir di navbera herdu aliyan de, civînê encamên wê yên baş hebûn. Lê dîsa em li bendê ne ew xalên ku hîn nakokî li ser heye gotûbêjê li ser bikin û bigehin lihevtêgeheştinekî hevbeş.’’

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi