Di roja pêncem a erdhejê de hejmara qurbaniyan her diçe zêde dibe
BasNews – Piştî herdu erdhejên ku navenda wan navçeyên Pazarcix û Elbîstan ên ser bi parêzgeha Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê, îro di roja pêncem de, li gor amarên Saziya Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragehandiye, hejmara qurbaniyên erdhejê geheşt 18 hezar û 342 kesan û herwaha heta naha 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.
Hat ragehandin li 10 parêzgehan xebatên rakirina xirbe û kavilan de heta naha termên 18 hezar û 342 kesan hatiye derxistin û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya AFADê 75 hezar û 780 kesên ku ji erdhejê bandor jî bûne ji parêzgehên din re hatine veguhestin.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî