July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nadine Maenza: Nimûneya pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê divê li hemû cîhanê reng vede

Nadine Maenza: Nimûneya pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê divê li hemû cîhanê reng vede

 Pirsa pêkvejiyana olî û pêkhateyan li Herêma Kurdistanê bûye cihê balkêşiya çavdêrên biyanî, di vê derbarê de jî Komîsyara Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navdewletî radigihîne, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizane ku tiştê ku li ser pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê heye, gelekî girîng e.

Komîsyara Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza ji K24ê re got, ragihandina Hefteya Pêkvejiyana Ol û Pêkhateyên Cuda li Herêma Kurdistanê ew e ku mirov li cîhanê bi hev re bijîn û azadiya olî zêdetir ji wan re hebe.

Her wiha got, hemû ol û pêkhate li Herêma Kurdistanê bi hev re dijîn, em dixwazin mînaka vê pêkvejiyanê li hemû cîhanê reng vede.

Tekez kir jî, divê azadiya olî li hemû cîhanê berfirehtir bibe û cîhan jî li Herêma Kurdistanê binêre.

Ji îro ve hefteya pêkvejiyana ol û pêkhateyên cuda li cîhan û Herêma Kurdistanê dest pê dike. Pêkvejiyana olî wek nimûneyeke ciwan li çend deverên Kurdistanê rengê xwe daye.

Bi dirêjahiya şerê DAIŞê û tundûtûjiyên navçeyê, Herêma Kurdistanê bûye stargehek ji bo hemû pêkhateyên olî û netewî, hikûmet û nişteciyên Herêma Kurdistanê hembêza xwe ji bo hemû awareyan vekiriye. Bi dirêjahiya şerê DAIŞê, 138 hezar Xirîstiyanên Mûsilê awareyî Herêma Kurdistanê bûn û ji sala 2006an ve 250 hezar Xirîstiyanan ji Bexda û parêzgehên din ên Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Her di wê demê de, çanda pêkvejiyan û dostanî û vekirina hembêza xwe ji bo kesên lêqewimî ji aliyê gelê Kurdistanê ve gihîşte lûtkeyê û ev ax bûye stargeha nêzîkî du milyon aware û penaberan. Ji ber vê yekê, Kurdistan û çanda wê ya ciwan, bûye mijara nûçe û civîn û korbendên serkirdeyên welatên cîhanê, bi taybetî rola mezin a hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina pêkhateyên olî, careke din çanda jiyandostî û pêkvejiyana aştiyane ya gelê Kurd, Kurdistan xiste ser bûyerên girîng ên cîhanê.

Navendên olî yên pêkhateyên ku ji ber tundûtûjiyê xwe spartine Herêma Kurdistanê, her dem rêz û spasiya xwe ji bo Herêma Kurdıstanê nîşan dane û pesnê hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê dane û gelek ji wan jî ji bo nîşandana piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê û rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, çendîn car serdana Hewlêrê kirine.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi