July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî bo tîmên hawarhatinê: Bi karê we careke din piştrast bû ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in

Mesrûr Barzanî bo tîmên hawarhatinê: Bi karê we careke din piştrast bû ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina li tîma hawarhatinê ya Herêma Kurdistanê de ragihand, “Karê we kiriye, tekez dike ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in û em ê destê alîkariyê dirêjî xwişk û birayên xwe yên li her devera cîhanê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Sibata 2023an, li deriyê Hewlêrê pêşwazî li tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji destpêka erdhejê ve ji bo hawarhatin û gihandina alîkariyê çûn Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê û piştî bidawîbûna erkê wan, îro vegeriyan Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma pêşwazîkirinê de pêşkêş kir û ragihand, bi navê gelê Herêma Kurdistanê bixêrhatineke germ li  xwişk û birayan dikim, ku ji roja yekem a erdhejê ve li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Tirkiye û Sûriyê bûn, alîkariya kesên ku bandor li wan bûye dikirin. Ev tîm ji tîma alîkarîya hawarhatinê ya Wezareta Navxwe, tîma hawarhatinê ya tendiristîyê ji Wezareta Tendiristîyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û liqa Hewlêrê ya Heyva Sora Iraqê bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Bê gûman hûn weke yekem tîma rizgarker gihîştin wan kesên ziyandîtî, mixabin gelek kesan jîyanên xwe ji dest dan û gelek kes jî di bin xanî û avahîyên hilweşiyayî de man. Bi rastî we karî destê xwe bigîhînî wan û destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Em şanaziyê bi dikin û we serê me bilind kir.

Her wiha got:” Karê we kiriye, tekez dike ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in û em ê destê alîkariyê dirêjî xwişk û birayên xwe yên li her devera cîhanê bikin. Her wiha her kesek û her Kurdek xwedî wîjdan li her çi cihekî cîhanê be, serê xwe bi bilind dike.”

 Herwıha Mesrûr Barzanî got: “Em ê destê alîkariyê ji bo her kesê ziyandîtî dirêj bikin li kû derê dibe bila bibe. Em gelek caran ketine rewşeke wiha ku pêwîstiya me bi alîkariya kesên din hebû û derî ji me re vekir. Em dizanin ku çendî xêrxwaziyeke mezin e û niha jî em dikarin vê alîkariyê bigihînin mirovên ziyandîtî. Dubare dibêjin, her çi ji destê me bê, emê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdeamiyê jî de ragihand: “Ez dizanim ku hin tîmên we li Tirkiye û Sûriyeyê mane, bi taybetî jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku hewl dide hinek kampan ava bike û zêdetir alîkariya xelkê bike. Her wiha hemû rojên ku tîmên hawarhatinê li wir bûn, we karîbû gelek kesan rizgar bikin, ev jî cihê destxweşiyê ye, berpirsên wan welatan jî rêz û pêzanîna wan ji bo heye û bi awayekî fermî behsa vê yekê kirin ku hûn weke tîma yekem a rizgarker û xizmetguzar gihîştin cihên ku pêdiviya wan bi hevkariya we heye.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi