July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Jiyan û silametiya rojnamevanan ji her tiştî girîngtir e

Mesrûr Barzanî: Jiyan û silametiya rojnamevanan ji her tiştî girîngtir e

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta agahdarbûna rewşa tendirustiya birîndarên êrîşa Pirdê, rewşa tendirustiyê ya Peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran pirsî.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa tendirustiya Soran Kameran pirsî û ragihand, ji destpêkê ve bi girîngî çavdêriya rewşa tendirustiyê ya Soran Kameran û hemû birîndarên êrîşên ser Koye, Pirdê û Zirgiwêz kiriye û saziyên pêwendîdar erkdar kiriye ku ji bo rizgarkirina jiyana birîndaran çi pêwîst be bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku tendirustî û jiyan û silametiya rojnamevanan ji her tiştî girîngtir e û diyar kir: “Di destpêkê de gelek xemgîn bûm bi belavbûna agahiya şehîdbûna te û spas bo Xweda, ku ew agahî rast nebû.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran spasî û pêzanînên xwe bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da û diyar kir ku ji kêliyên ewil ên bûyerê ve hest bi girîngîdan û çavdêriya Serokwezîr kiriye û spasî û pêzanînên xwe bo xelkê Kurdistanê bi giştî nîşan da.

Roja 28ê Îlona 2022yan di encama bombebaran û mûşekbarana çend navçeyên Herêma Kurdistanê de, Peymanêrê Kurdistan24ê Soran Kameran li Mîhwera Pirdê birîndar bû.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi