April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Fistiqên Sêrtê bo welatên Ewropayê têne hinardekirin

Fistiqên Sêrtê bo welatên Ewropayê têne hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) Li parêzgeha Sêrt ya Bakurê Kurdistanê Kargeha Fstiqên Sêrtê li ser asta Ewropayê, kargeha herî mezin a fistiqan e û berhemên xwe difroşe welatên Ewropayê.

Kargeha Fstiqên Sêrtê di sala 2017an de di çarçoveya projeyeke Yekîtiya Ewropayê de hatiye avakirin. Fistiqên herêmê li kargeha modern û paqij di gelek qonaxan re derbas dibin û hem li bazara hundir û hem jî li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê têne firotin.

Rêveberê Kargeha Fistiqan amaje bi wê yekê dike ku bo tama xwezayê ya fistiqan biparêzin ji xeynî xwê ti madeyeke din tevlî nakin.

Rêveberê Kargeha Fistiqan Sinan Çelik dibêje: “Em li kargeha xwe berhemê cotkaran ku bi kedeke mezin hilberîn dikin di gelek qonaxan re derbas dikin bo ku bi awayekî baş bighêje welatiyan. Berî her tiştî fistiq tên paqijkirin û em di dema paqijkirinê de jî li gor biçûkbûn û mezinbûna wan cûda dikin û yên girtî û vekirî jî ji nav hev derdixin. Makîneya cûdakirinê li hemû kargehan nîne.”

Piştî karê bi makîneyan tê kirin bi armanca ku hemû fistiq ji sedê 99 bên vekirin karker bi kordîneya dest û çav li ser mêzeyê wan dineqînin.

Karker Elvan Erten jî got: “Hestekî gelekî xweş e ku ez li welatê xwe Sêrtê li kargeha fistiqan kar dikim. Em fistiqan wek vekirî, girtî, biçûk, mezin, baş, nebaş ji hev cuda dikin. Kêfa min ji karê min re tê.”

Fistiqên Sêrtê yên kargehê di pêşbirka Enstitûya Tama ya Navdewletî ya bi navê “Nirxandina Tamên 2021ê” de xelata tama herî baş û belgeya kalîteyê wergirtiye. Berhemên kargehê bo bazara 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên şandin û bi markeyên Fistalora û Anadolce bo welatên Almanya, Romanya, Belçîka û Çînê jî tên hinardekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi