Barzanî bi Serokê Fransayê re dicive
Çavkanî : rudaw
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransa dike û dê bi serokê wî welatî François Hollande re bicive.
Li gorî malpera fermî ya Koşka Ilîzê (Koşka Serokatiya Fransa), hevdîtina Serokê Fransayê François Hollande û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê dusibe roja pênşemî 8ê Îlona 2016 pêk were.
Serdana Barzanî bo Fransa di çarçoveya geşta wî ya bo Tirkiyê û Ewropayê de ye.
Li gorî agahiyan Rûdawê, di civîna Barzanî û Hollande de, şerê li dijî DAIŞê û operasyona kontrolkirina Mûsilê dê mijarên sereke yên gotûbêjan bin.
Barzanî her di çarçoveya wê geşta xwe ya bo derveyî welat de, roja 23ê Tebax a 2016an serdana Tirkiyê jî kiribû û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ismaîl Kahraman re civiyabû
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî