March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Em îro bi dilekî pir xemgîn şehîdên Enfalê bi bîr tînin

Mesrûr Barzanî: Em îro bi dilekî pir xemgîn şehîdên Enfalê bi bîr tînin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 35emîn salvegera tawana Enfalê de peyamek belav kir û got: “Em îro bi dilekî pir xem û kovan, şehîd û qurbaniyên pêlên navxirab ên Enfalê bi bîr tînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku erk û berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî cîbicî bike û û ziyandîtiyan û malbat û kesûkarên sitemlêkiriyên destê rejîma berê ya Iraqê, bi awayekî hêja qerebû bike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Em îro bi dilekî pir xem û kovan, şehîd û qurbaniyên pêlên navxirab ên Enfalê bi bîr tînin, ku yek ji şêwazên jenosîdê yên herî dirindane yên li dijî gelê Kurd û Kurdistaniyan bû, 35 sal berî niha, rejîma Be’sê ya Iraqê, bi çend qonaxên cuda, bi hezaran xelkê sivîl û bêguneh ê gund û navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê rapêç kir û li biyabanên başûr û naverasta Iraqê, bi zindî bi çalê kirin û beşeke wan a mezin heta niha jî winda ne û çarenûsa wan nediyar e.

Tawana Enfalê, jenosîdeke dirindane bû, ne ku tenê li dijî gelê Kurdistanê, li dijî hemû nirxên mirovî û exlaqî bû, ku mixabin encamên hemû aliyan ên vê tawana hovane, her mane û birînên wê hîn jî necebirîne.
Di vê bîranîna xemgîn de ku beşek ji rêze tawan ku li hember gelê Kurdistanê hatin encamdan, em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin, erk û berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî cîbicî bike û ziyandîtiyan û malbat û kesûkarên sitemlêkiriyên destê rejîma berê ya Iraqê, bi awayekî hêja qerebû bike û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku bi awayekî baştir, bikare xizmeta kesûkarên serbilind ên şehîdan bike.
Em di bîranîna pir xem a Enfalê de, serê rêz û hurmetê ji bo şehîdan û enfalkiriyan ên Kurdistanê ditewînin û ew ê her dem di bîra me de bimînin.

Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
14/4/2023

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi