Projeyeka stratejîk li Zaxoyê dê çûnûhatina welatiyan hêsantir bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro roja yekşemê 26/3/2023 ragihand ku nûjenkirin û birêxistinkirina cadeyên derdora pira Delal a Zaxoyê gihîştiye qonaxa dawî û heta niha %95 kar bi dawî hatiye.
Di vê derbarê de Cîgirê Serperiştiyariya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Hêja Mihemed ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand: ‘’Proje çend beşan pêktîne û xerciya giştî şeş milyar û 100 milyon dînar e û kar berdewam e.’’
Herwiha Hêja Mihemed dibêje:“Di projeyê de cadeyeke du alî ya 30 metreyî bi dirêjahiya 2200 metre, lûleya kanalîzasyonê bi dirêjiya hezar û 100 metre, kanalîzasyona qutiyan bi dirêjiya 650 metre, betonkirina bi dirêjahiya 700 metreyan pêk tê.’’
Hêja Mihemed ragihandiye 69,000 metre çargoşe asfalt di pêvajoya asfaltkirinê de hatiye bikaranîn û 132 stûnên elektrîkê jî ji bo ronîkirina cadeyê hatine danîn.
Derbarê xweşiya cadeyê de jî Hêja Mihemed wiha got: “Kolan bi temamî hatiye nexşekirin, tabelayên trafîkê û keskiya di navbera û derdora cadeyê de maye.
Ev proje projeyek giring a kabîneya nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê ye û ji bo hêsankirina hatinûçûna welatiyan hatiye cîbicîkirin.
SA