Şanda Hikûmeta Herêmê li ser pirsa yasaya petrol û gazê ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an serdana Bexdayê kir û ji bo gotûbêjkirina projeyasaya yasaya petrol û gaze, ligel Wezareta Petrolê civiya
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî ku serokê şandeyê ye, Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesrew, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê û Rêveberê Giştî yê Wezareta Samanên Sirûştî Fares Îsa pêk tê.
Di civînê de Wezîrê Petrolê yê Iraqa Federal, her du cîgirên wî û Rêveberên Giştî yên Wezareta Petrolê amade bûn.
Herî dawî roja 13.02.2023 şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û civîn li ser mafên darayî yên Herêmê û amadekirina projeyasaya petrol û gazê kirin.
SA