April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

`Yên ku komkujiya Zîlan û Dêrsimê pêk anîn, îro êrişî Zaxoyê dikin`

`Yên ku komkujiya Zîlan û Dêrsimê pêk anîn, îro êrişî Zaxoyê dikin`

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser gundê Perex ê Zaxoyê, ku di encamê de 9 geştyarên Ereb hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn, bi dirûşma “Em komkujiya Zaxo şermezar dikin”, daxuyanî da medyayê. Parlamentera Amedê ya HDPê Dersîm Dag got “Yên ku êrişî Rojava dikin, yên ku di dîrokê de komkujiya Zîlanê, Pirsûsê, Dêrsimê pêk anî, îro em dibînin êrişî Şingalê dikin, êrişî Mexmûrê dikin, êrişî Zaxoyê dikin.”

Karvedanên navxwe û navdewletî li ser topbarana 20ê Tîrmeha seyrangeha gundê Perex a Îdareya Serbixwe ya Zaxo ya Herêma Kurdistanê zêdetir dibin.

HDPê li Amedê bi piştgiriya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hevkariya Malbatên Kesûkarên wan Canê Xwe Jidest Dane, Komeleya Girtiyan a Med (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasan bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê û endamên HDPê êrîşa Zaxoyê şermezar kir.

Daxuyaniya Kurdî ya HDPê ji aliyê Parlamentera Amedê Dersîm Dag ve hat xwendin.

Parlamentera Amedê ya HDPê Dersîm Dag got “Du roj berê li Başurê Kurdistanê li Zaxoyê 10 sivîl ji ber polîtikayên AKP û MHPê ku li dijî Kurdan in hatin qetilkirin. Em tiştê ku herî dawî bibêjin di serî de bibêjin kujer ên ku li dijî Kurdan polîtîka didin meşandin, yên ku polîtîkayên AKP û MHPê weke polîtîkayên dewletê didin nîşandan, yên ku li dijî Kurdan û hemû destkeftiyên Kurdan êriş pêk tînin kujer bixwe ne. Îro jî eger 10 sivîl li Başurê Kurdistanê hatibin qetilkirin ev encama polîtîkaya AKP û MHPê ye. Yên ku li dijî Kurdan, yên ku li erdnîgariya Kurdan destkeftiyên Kurdan dixwazin polîtîka bidin meşandin, yên ku êrişî Rojava dikin, yên ku di dîrokê de komkujiya Zîlanê, Pirsûsê, Dêrsimê pêk anî, îro em dibînin êrişî Şingalê dikin, êrişî Mexmûrê dikin, êrişî Zaxoyê dikin.”

Roja Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi